Jinên Nisêbînî û Qamişloyî li ser sînor hatim ba hev

Jinên Nisêbînî û Qamişloyî li ser sînor hatim ba hev

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo'yê bi pêşengiya DOKH'ê ji bo şermezarkirina komkujiyên li Rojava û silavkirina şoreşa li Rojava hat lidarxistin, bi dawî bû.

Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo'yê bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) ji bo şermezarkirina komkujiyên li Rojava û silavkirina şoreşa li Rojava hat lidarxistin, bi dawî bû.

Di çalakiya nobedê de li ser komkujî û berxwedana li Rojava de sînevîzyonek hat nîşandan. Di dema nîşandana sînevîzyone de timî dirûşmên "Bijî YPG", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" hatin qêrîn, fîşekên hewayî hatin teqandin.

Di çalakiya nobedê ya heta ber destê sibê de jinan li erbanê xistin, klam gotin û govend gerandin.

Di berbanga sibehê de jî rêvebera BDP'ê ya Bajarê Mêrdînê Hasîbe Kavûrmengîr der barê çalakiyê de daxuyaniyek da û got, "Duh li vê derê dîroka Kurdistanê hat nivîsandin. Kurdên li Rojava û Bakurê KUrdistanê, bi al û rengên xwe, bi xwişk û biratiyê destê xwe dirêjî hev kirin û hev silav kirin."

Kavûrmengî da xuyakirin ku sînorên hatine danîn, derveyî vîna gelan hatine kişandin û got, "Çi dibe bila bibe, em sînoran qebûl nakin; ji ber ku bi zorê sînor xistine nava me. Ji vê derê em careke din ji dewlet û pergala zordar re dibêjin; sînorên navbera me rakin. Dilê me, tevgera me, armanca me û her çar parçeyên Kurdistanê yek parçe ne. Zordariya xwe ya li navbera gelan rakin."

Çalakiya nobedê ya şevekê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê, bi dirûşma "Jinên azad sînoran nas nakin" bi dawî bû.

JINÊN LI QAMIŞLO JÎ LI SER SÎNOR BÛN

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî jinan bi pêşengiya Yekîtiya Star bi armanca piştgiriya çalakiyê û pêşwazîkirina jinên Bakûr meşiyan ser sînor. Di çalakiya li ser sînor de slgonanên wekî, "Gelê kurd sînoran nas nake"  hatin berzkirin û pankarta "Îradeya jinê sînoran nas nake" hate vekirin.

Di çalakiyê de Seroka Meclîsa Gel a Qamişlo Remziye Mehemed axivî wiha got: "Armanca dijminên gelê kurd tunekirina nasnameya kurd e. Lê gelê kurd tu sînoran nas nake û li dijî van êrîşan dibe yek, helwesta xwe nîşan dide."

Çalakiya jinên Qamişlo jî heta serê sibehê dom kir.