Jinên li Wanê ji bo Rojava meşiyan
Jinên li Wanê ji bo Rojava meşiyan
Jinên li Wanê ji bo Rojava meşiyan
Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) bi armanca şermezarkirina komkujiyên El Nûsra û piştgirîdayîna gelê Rojava, meşek lidar xist.
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojava û piştgirîdayîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya DOKH'ê jin li Garaja Şaredariyê ya Wanê li hev kom bûn û bi pankarta bi nivîsa "Nêzîkatiya li Rojava nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd û jinên Kurd e" beri bi parka Feqiyê Teyran meşiyan.
Piştî meşê li parka Feqiyê Teyran daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Di çalakiyê de li gel Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê BDP'ê yê Wanê Mûsa Îtah gelek kes amade bûn. Hevseroka BDP'ê ya Wanê Fîgen Yaşar daxuyanî xwend û anî ziman ku di dema meşê de polîsan heqaret li wan kirine û li hin hevalên wan dane. Yaşar ragihand ku na nûmaraya kaskê di serê polîsên mijara gotinê de girtine û ewê karên pêwîst ên qanûnî li dijî van polîsan bikin.
'NAVENDA KOMKUJIYA LI ROJAVA, AKP YE'
Yaşar da xuyakirin ku şoreşa Rojava bi karektera xweya îdeolojîk û berxwedana xwe derdikeve pêş û anî ziman ku şoreşa Rojava beriya her tiştî şoreşa jinê ye. Yaşar diyar kir ku hewl tê dayîn şoreşa Rojava bi komkujiyan were astengkirin û got, "Hêza navendî rêxistinbûyîn û êrîşkirinê ya çeteya El Nûsra, deshilatdariya AKP'e ye. Bi ambargoyê re dixwazin Kurdan ji cîhanê îzol bikin û bi rêya komkujiyên çeteyan re jî, hewl didin vîna Kurdan a di sedsala 21'an de şewq dide, bifetisînin. Jinên Kurd bi vê têgihiştinê amade ye bi her awayî û bi her berdêlî xwedî li şoreşa Rojava derkevin."
'ÇIMA ERDOGAN JI BO ROJAVA NAGIRÎ'
Yaşar da xuyakirin ku Erdogan û wezîrên wî ji bo mirovên li Şamê hatine kuştin digirî, lê li pêşberî fetwayên kuştina zarok û ciwanên Kurd û destavêtina jinên Kurd hela dikin, bêdeng dimînin. Yaşar got, "Ji ber ku ew Kurd in. Em bang li hikûmetê dikin ku tavilê dest ji vê helwesta xwe ya bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Kurdan tên kirin, bînin."
'HER DER ROJAVA, HER DER BERXWEDAN'
Yaşar diyar kir ku nêzîkatiya li Rojava nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd û li jina Kurd e û got, "Di van rojên dîrokî yên Kongreya Neteweyî ya Kurd bê lidarxistin de, yekitiya neteweyî ya Kurdan di şoreşa Rojava de derbas dibe. Divê em bêjin; aliyê me yê li Rojava diêşe, xwîn dibe û em wê birînê di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin. Em ji hemû hêzên li ser Rojava xwedî hesabane re îlan dikin û dibêjin; berxwedana li Rojava berxwedana me hemûyane. Weke civata Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk û tevahiya jinên Kurd bi dirûşma 'Her der Rojava her der berxwedan' emê her tim dakevin kolanan."
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşman bi dawî bû.