Jinên li Rojava daketin qadan li dijî qetilkirina jin û zarokan çalakî kirin
Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qetilkirina jin û zarokan daketin qadan, daxwaz kirin ku qatil bên cezakirin.
Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qetilkirina jin û zarokan daketin qadan, daxwaz kirin ku qatil bên cezakirin.
ÇILAXA
Bi dehan pêkhateyên navçeya Çilaxa û Til Birak du xwepêşandanên cuda lidar xist û qetilkirina her du zarokên bi navên Eyde El-Seîdo û Aye El-Xilêf şermezar kirin.
Xwepêşandana li Çilaxa ji çerxerêya şaredariyê destpê kir. Beşdaran alên Kongreya Star û pankertên bi nivîsên “Jin jiyan e”, “Na ji kuştina jinan re, na ji tundiya li ser jinan re” hildan.
Xwepêşandêr di sûka navendî re meşiyan û xwestin ku sûcdar û kesên şîdetê li dijî jinan bi kar tînin bên cezakirin. Xwepêşandan li qada gerca navendî ya bakurê navçeyê bi dawî bû.
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Dunya Îsmaîl axivî û destnîşan kir ku ev sûc ne tenê li dijî her du keçikan, li ser hemû jinan pêk hatin.
Îsmaîl piştrast kir ku ew van sûcên hovane li dijî jinan şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mirovî û jinan kir ku hesabê ji sûcdaran bixwazin.
Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Çilaxa Semer El-Hisên jî got tevî ku qanûnên jinan derketine jî, lê hîna di bin navê namûsê de jin dibin qurbanî.
TIL BIRAK
Kongreya Star a navçeya Til Birakê bi heman armancê xwepêşandanek lidar xist. Xwepêşandanê ji çerxerêya firinê destpê kir û li çerxerêya şehîdan bi dawî bû.
Endama rêveberiya Kongreya Star a Til Birakê Henan Silêman axivî û teqezî bi rola jinan û helwesta wê li hemberî zihniyeta baviksalarî kir.
MINBIC
Li Minbicê jî Meclîsa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Minbicê têkildarî mijarê daxuyanî da. Endamê Meclîsa Edaleta Civakî Fewaz El-Ehmed li pêş navenda meclisê ya li rojavayê Minbicê, daxuyanî xwend.
El-Ehmed di daxuyaniyê de wiha got: “Em vê sûcê hovane ya li dijî Eyde û Aye şermezar dikin. Sûcên qetilkirina jinan di olê de heram e. Lê belê hin gel di bin navê namûsê de hîna jinan dikujin. Kuştina zarokekê bi vê hovîtiyê ne ji exlaqê civaka me û ola îslamê ye.”
Meclîsa Edaleta Civakî bang kir ku kujeran li gorî pergala hevpeymana civakî werin darizandin û cezakirin ku ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hatiye erêkirin.
Her wiha meclîsê bang li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hişyar bin û hêvî kir ku rewşenbîr bi rola xwe rabin û ciwanan hişyar bikin da ku vê diyardeyê bi dawî bikin.
KOBANÎ
Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê ya Kobanê jî daxuyaniyek da. Endama meclîsê Fatime Mûsa daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi navê Malbatên Şehîdan ên herêmê em hemû sûcên li dijî jinan û sûcê li dijî Eyde, şermezar dikin û wekî sûcekî der heqê mirovahiyê de bi nav dikin. Em li dijî kiryarên bi vê rengî ne ku mafên jinan binpê dikin û wê ji mafên wê yên mirovî bêpar dikin.”
Daxuyaniyê îşaret bi wê yekê kir ku civaka li ser esasê têgehên mêrdestiyê tê birêvebirin, gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û derûnî derdikevin û ev rewş bandorê li jinan dike û wê ji mafên wê bêpar dihêle.
Di daxuyaniyê de bang li hemû civakan bi hemû pêkhateyên wan ve hate kirin ku têgihaştî bin û jinan ji mafên wan bêpar nehêlin û dev ji nêzîkatiyên qebîlatiyê berdin.
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Sûcên niha pêk tên sûcên neexlaqî ne û li dijî jinan û mirovahiyê ne.”
Hemû çalakî bi dirûşmên “Na ji qetilkirina jinan re, jin jiyan e” bi dawî bûn.