Jinên li Ermenistanê: Ya pêwîst çi be em ê bikin!

Jinên Kurd ên li Ermenistanê, tecrîd şermezar kirin û berxwedan silav kirin.

Li paytexta Ermenistan Erîvanê, Meclîsa Yekîtiya Jinên Azad (YJA) bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.

'TECRÎD BI DAWÎ NEBÛYE; KOMPLO DIDOME'

Seroka Yekîtiya Jinên Azad Tamar Kalaşyan bi navê meclîsê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jinên Kurd ên li Ermenîstanê, tecrîdkirina Rêber Apo ti carî qebûl nakin. Hevdîtina parêzeran a bi rêberê me re em kêfxweş kir, lê belê ev nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze komployên xwe bidomînin."

'EM BÊRÛMETIYA LI DAYIKAN HATE KIRIN ŞERMEZAR DIKIN'

Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî dayikên Kurd hate şermezarkirin û hate gotin, "Em bi navê jinên Kurd ên li Ermenistanê, nêzîkatiyên bêrûmet ên dewleta Tirk li dayikên Kurdan dike, şermezar dikin. Ya pêwîst li dijî vê yekê çi be, em amade ne bikin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.