Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Leyla Guven bang kirin

16 rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 110 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Qamişlo li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî dan.

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ku ev 110 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçêbûnê, çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de, 16 rêxistinên jinan û jinên partiyên siyasî amade bûn. Rêxistinên jinan û jinên partiyan ên ku tev lê bûne, ev in: PYD, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya El-Wîfaq a Kurd a Sûriyê, Partiya Biratiyê ya Kurdistanî, Partiya Kesk a Kurdistanî, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şîdeta li dijî Jinan, Rêxistina Mafên Mirovan, Desteya Niştîmanî ya Erebî, Teyar El-Musteqbel a Kurdistanî, Yekitiya Jinên Kurdistanî, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, Kongreya Star û jinên rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Qamişlo.

Çalakvanan di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser têkoşîna Leyla Guven û ev tişt got: "Têkoşer Leyla Guven bi çalakiya xwe wekî jineke têkoşer û berxwedêr derket holê. Berxwedana Leyla Guven ku ji 7`ê Mijdara 2018`an ve hate destpêkirin, ji bo binpêkirinên zagonên navneteweyî derheqê girtiyên siyasî û di serî de derheqê rêber Ocalan de ku li zindana Îmraliyê hate girtin, ji bo tevahiya jinan û tevahiya cîhanê serbilindiyek e.”

Çalakvanan di daxuyaniyên xwe de bang li li hemû jinên azadîxwaz û gelên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku daxwaza Leyla Guven û hevalên ku ji bo Ocalan ketine greva birçîbûnê, bi cih bînin û helwestekê derbarê tecrîda li ser Ocalan de diyar bikin.

Di dawiya çalakiyê de, hemû jinan soza têkoşîna li ser rêya Leyla Guven da.