Jinên Kurd li Rûsyayê piştgirî dan pêngava KCK’ê

Organîzasyona Jinên Kurd a Viyan li paytexta Rûsya Moskovayê ragihand ku tevlî pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ dibin.

Jinên endamên Organîzasyona Jinên Kurd a Viyan li Moskovayê hatin ba hev, bi daxuyaniyekê ragihandin ku tevlî pêngava KCK’ê didin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Jinan destnîşan kir ku ti demê polîtîkayên înkar û îmhayê bi ser nakeve.

Ji organîzasyonê Tera Qadir daxuyanî xwend û destnîşan kir ku jinên Kurrd li dijî êrîşan li refên pêş ên têkoşînê cih digirin.

Qadir bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li ser jinan, bang li hemû Kurdên li Kurdistan û cîhanê kir ku rabin ser biyan.

Jinan di serî de nerazîbûn nîşanî Rûsay û hemû hêzên navneteweyî da û diyar kir ku ev bêdengî ‘durûtî’ û ‘erêkirina êrîşan’ e.