Jinên Kurd li Ewropayê ji bo edaletê daketin qadan
Jinên Kurd li Ewropayê ji bo edaletê daketin qadan
Jinên Kurd li Ewropayê ji bo edaletê daketin qadan
Jinên Kurd, di çalakiyên edaletê yên ji bo siyasetmedarên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin kom bûn û xwestin, berpirsyarên komkujiyê bên aşkerakirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Almanya Hambûrgê Kurdistaniyan mîna her Çarşemê mîtîngek lidar xistin û ji bo siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin, edalet xwestin. Çalakî bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" li Monckebergstrasse'yê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve cara 43. hat organîzekirin û hat xwestin ku komkujî were ronîkirin. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser berpirsyariya Fransa û gelemperiya welatên Ewropayê û hat xwestin ku dawî li polîtîkayên zextê yên li dijî Kurdan bê anîn. Çalakgeran ji bo bîranîna sê jinên soreşger, sê Kurdistaniyên li Geverê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirk ve hatin qetilkirin û hemû cangoriyên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz girtin û bi sedan belavok belav kirin.
Di vê navberê de amadekariyên ji bo çalakiyên li Hambûrgê yên bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê destpê kirin. Der barê mijarê de ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn Gulcan Amed agahî da û diyar kir ku di 8'ê Çileyê de çalakiyeke bîranînê, di 9'ê Çileyê de jî dê meşek were lidarxistin. Amed ragihand ku ji bo meşa navendî ya 11'ê Çileyê li Parîsê jî otobus hatine girtin û bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyan bibin.
HANNOVER
Li Hannoverê jî Kurdistanî li ber Konsolosa Fransayê ya li Eigentorplatz'ê hatin cem hev û aşkeranekirina berpirsyarên komkujiyê proesto kirin. Endama Komîsyona Jinê Cemîle Ustun li çalakiyê peyivî û destnîşan kir ku ew qebûl nakin lêpirsîn li demê were belavkirin û bi vî rengî bikin rewşeke ji rêzê. Ustun got, "Em vê rewşê qebûl nakin. Emê qebûl nekin. Emê ji niha û pê ve jî her tim li çalakiyan bin."
Di çalakiyê de komkujiya dewleta Tirk a li Geverê hat protestokirin û mirina lîderê efsanewî yê Afrîka Başû Nelson Mandela jî hat nirxandin. Di çalakiyê de bi zimanê Almanî belavok hatin belavkirin.
DEN HAAG
Li bajarê Holanda Den Haagê bi pêşeniya Meclîsa Jinê ya Ronahî, jinên Kurd li pêş Konsolosiya Fransayê hatin cem hev. Di çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" de pankartên bi wêneyên sê siyasetmedarên jin ên Kurd ên hatin qetilkirin, hatin vekirin. Di çalakiyê de der barê komkujiyê de raya giştî hat agahdarkirin.
BRUKSEL
Jinên Kurd ên li paytexta Belçîka Brukselê hatin cem hev, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê çalakiya Nobeda Edaletê dewam kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Em hemû Sakîne, Fîdan, Leyla ne", "Tirkiye faşîst, Fransa noker", "Bila berpirsyarê komkujiyê bên aşkerakirin", "Jin edaletê dixwazin" hatin qîrîn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" ku wêneyên sê şoreşgerên jin li ser bû, hat vekirin.
STOCKHOLM
Bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê ku sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê jiyana xwe ji dest dan, jinên li Stockholmê dijîn, daketin qadan.
Çalakî bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd a Amara ya Stockholmê û bi desteka Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê li Meyadna Medborgarplatsenê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîn sê jinên Kurd ên jiyana xwe ji dest dan û Veysel Îşbîlîr û Mehmet Reşît Îşbîlîr ên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, destpê kir. Piştî xwendina sirûda neteweyî ya Kurd, belavoka Komeleya Jinên Kurd a Amara hat xwendin û bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Swêdê hat kirin ku ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê bikevin nava tevgerê.
Nûnera "Tevna Rêxistinên li dijî Tundiya ji ber Namûrê" û "Însiyatîfa Femînîst a Ewropayê" Marîa Hagberg ku çend caran çû Bakur û Başûrê Kurdistanê lêkolîn kir li vir axivî û behsa binpêkirina mafan ên di van lêkolînên xwe de şahidî jê re kiriye. Hagberg destnîşan kir ku bi serketina pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ne tenê gelê Kurd ew hêvîdar e dê tevahiya kêmneteweyên li Tirkiyê bigihêjin mafên xwe.
Hagberg qetilkirina sê şoreşgerên jin ên Kurd li Parîsê bibîr xist û got, "Qetilkirina Sakîne, Fîdan û Leyla, derbek li me hemû jinan, hemû rêxistinbûyînên jinan û derbek alîgirên azadî û wekheviyê ye. Ev yek çalakiyeke terorê ye li dijî tevahiya jinên têkoşîna azadiyê dimeşînin. Ew nîşaneya aştiyê bûn. Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin."
Li ser navê Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan Latîfe Fegan peyivî û bal kişand ser aliyên dişibin hev ên Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ku li dijî rejîma Apartheîd a nîjadperest têkoşiya û Tevgera Azadiyê ya Kurd.
Fegan ragihand ku ji ber înkara dewleta Tirk, di encama şerê 30 salan ê navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk de zêdeyî 40 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane û piştgiriya jinên Kurd a ji bo pêvajoya çareseriyê wiha rave kir: "Pêşveçûn bi lez nebe jî, gelê Kurd ber bi aştî û azadiyê ve dimeşe. Jinên Kurd hevdîtinên aştiyê cidî girtin û ji bo serketina van hevdîtinan alîkarî dan. Tevî ku rastî tundiyê hatin û xizmên xwe winda kirin jî, li hev kom bûn û daxwazên xwe formule kirin. Li gel zext û girtinan jî bi paş ve gav neavêtin, lewma hêviyên xwe yên ji bo aştiyê ti carî winda nekirin."
Fegan diyar kir ku jinên Kurd di serketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de rolên girîng girtine ser milê xwe, lewma yên dixwazin pêvajoya aştiyê sabote bikin, ew qetil kirine. Fegan da xuyakirin ku ew dixwazin berpirsyar werin darizandin.