Jinên Kurd li dijî dagirkeriyê bang kirin

Jinên ji sê parçeyên Kurdistanê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tırk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin, daxwazname pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê û parlemetoyê kirin. Jinan li dijî dagirkeriyê banga rabûnê li her kesê kirin.

Nivîskar û rojnamevan jî di nav de nûnerên partî û rêxistinên jinan ên ji Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê pêk tên, li avahiya Yekîtiya Jinan a Silêmaniyê civînek ya çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de bal hate kişandina ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê.

 ‘DIVÊ HEMÛ HÊZÊN KURDISTANÊ LI DIJÎ DERKEVE’

Li ser navê jinên nivîskar û rojmaneger Kinêr Ebdulah axivî û got ku ew weke jinên Rojhilat, Rojava û Başûrê Kurdistanê van êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistaên şermezar dikîn.

Kinêr Ebdullah destnîşan kir ku divê li dijî dagirkeriyê hemû hêzên Kurdistanê bibin xwedî helwest û da zanîn ku wan jî weke rêxistinên jinan daxwazên xwe pêşkêşî Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.

DAXWAZ

Jinan daxwazên xwe wiha anîn ziman:

1 – Em daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikin ku sînorên herêmê ji dewleta Tirk re bigire û bi lezgîn civînekê pêk bîne.

2 – Kar û xebat bikin li ser biryara bi hejmara 37 ya sala 2003’an ku Parlamantoya Herêma Kurdistê girtibû û dewleta Tirk ji xala Başûr derbixin.

3 – Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dikin peymanên xwe yên bi dewleta Tirk re betal bike.

4 - Pêwîste di her alî de parastina mafê mirov bê kirin, bi tayebet jî mafên kesên di bin metirsiya dagirkerî û bombabaranê de ne bên parastin.