BI DÎMEN

Jinên Kurd li Bûenos Aîres beşdarî meşa 25’ê Mijdarê bûn

Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tûndiya li Ser Jinê li Bûenos Aîresê meşekî mezin hate organîzekirin. Nûnerên tevgera jinên Kurd jî beşdar bûn.

Ji beriya meşê bi hefteyan aktivîte hatin lidarxitin, di roja dawî de jî ji Gûatemalayê heta Paragûayê bi beşdariya hemû nûnerên rêxistinê jinan ên Amerîkaya Latîn lijneyek hate organîzekirin.

Nûnerên tevgera Jinên Kurd ên ku beşdarî lijneyê bûn, girtina berdeva Tevgera Jinên Kurd, aktivîst û hevşaredarên şaredariya BDP’ê û rewşa parlementerên HDP’ê xistin rojevê.

Nuneran destnîşan kirin ku 25’ê Mijdarê ya vê salê li aliyê Tevgera Jinên Kurd bi sirûda “Li Dijî Faşîzmê Têkoşînê Bilind Bikin” li hemû qadan dikin rojev û di vê çarçoveyê de beşdarî aktivîteyên 25’ê Mijdarê yên Arjantînê bûne. Nûneran bal kişand ser yekgirtina di nava jinan de.

Piştre jinên ku beşdarî meşê bûn wêneyên parlementerên girtî, hevşaredarên jinê ên hatin girtin û wêneyên berdevkên tevgara jinan bilind kirin. Di meşa ku bi hezaran jin beşdar bûn de dirûşmên mîna “Jin, jiyan, azadî”, “Jin, jiyan, Ji bo Kurdistanê azadî” qîr kirin. Meşa jinan ji aliyê gel ve bi rastî eleqeykî mezin hat.