Jinên Kurd jî tevlî panela Şaredariya Strasboûrgê bûn

Panela li bajarê Strasboûrgê, ku her sal bi wesîleya 25'ê Mijdarê tê lidarxistin, îsal bi beşdariya bi sedan jinên ji gelên cuda pêk hat. Di panelê de qanûna destavêtinê ya AKP'ê jî hat nîqaşkirin. Jinên Kurd jî îmze dan hev.

Panel ji aliyê Şaredariya bajarê Strasboûrg ê Fransayê ve hate lidarxistin. Tevî nûnerên gelek komeleyên jinên koçber, hunermendên jin tevlî vê komxebatê bûn. Bi sedan jin jî weke temaşeker li panelê amade bûn.

Panel bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî pêk hat. Qisekeran qanûna destavêtinê ya AKP'ê jî nirxandin, ku di encama nerazîbûna civakî de qanûn hat vekişandin.

Li ser navê saziyên jinên Kurd li Strasboûrgê Zozan Ozveren û Sema Agîç li panelê axivîn û li ser têkoşîna jinên kurd agahî dan. Qisekeran bal kişandin ser polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê yên li dijî gelan û jinan tên meşandin.