Jinên Kurd ên li Rûsyayê Zîlan bi bîr anîn

Jinên Kurd ên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê, gerîlaya PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 25'an a şehadeta xwe de bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Gerîlaya PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kir, li bajarê Stravrapol ê Rûsyayê ji aliyê jinên Kurd ve hate bîranîn.

Endama Meclîsa Jinê ya herêma Stavrapolê Hace Amoyeva daxuyanî da û diyar kir ku xeta fedayî ya Zîlan li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevala Zîlan bi vê çalakiya xwe bersiv da komplogeran û tirs berda nava dilê dijminên Kurdan."

Di daxuyaniyê de di şexsê Zîlan de şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin bîranîn û hate destnîşankirin ku heta azadiyê wê li ser xeta fedayî ya Zîlan bin.

Amoyeva ragihand ku Zîlan bi jiyana xwe rêya şoreşgerên Kurd rônî kiriye û di serî de jin û ciwanên Kurd Zîlan ji bo tevahiya Kurdan bûye çavkaniya fedayîtiyê.

Amoyeva diyar kir ku jinên Kurd pêşengiyê ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re dikin, heta niha bi hezaran jinên Kurd li ser xeta fedayî ya Zîlan bi lehengî şehîd bûn û destnîşan kir ku niha jî li çar aliyên Kurdistanê milîtanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li dijî dijminan bi rengekî fedayî têdikoşin.

Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê hate ragihandin ku wê şopdarê xeta Zîlan bin û li dijî her cûre êrişan bi ruhê fedayî bersivê bidin.