Jinên Kurd ên li Rûsyayê li dijî tecrîdê daxuyanî dan

Jinên Kurd ên li bajarê Saratovê yê Rûsyayê bi daxuyaniyekê polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin û diyar kirin ku jinên Kurd wê bi têkoşîna xwe, van polîtîkayên dewleta Tirk têk bibin.

Ji 12'ê Îlonê dema ragihandina pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' li her devera ku Kurd lê ne çalakî tên lidarxistin. Yek ji wan herêman jî Federasyona Rûsyayê ye.

Li navçeya Yerşov a bajarê Saratovê, jinên Kurd li gundê Çîstiî Plyosê li hev kom bûn û polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta tirk şermezar kirin.

Jinan xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê bidawîkirin.

Bi navê Meclîsa Jinên Kurd a Yerşovê Gule Yûsûbova û Guzel Yûsûbova axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk di armancên xwe yên qirkeriyê de wê ti carî bi ser nekeve û jinên Kurd wê bi têkoşîna xwe polîtîkaya tunekirinê ya dewleta Tirk têk bibin.

Jinan ragihandin ku têkoşîna wan wê bênavber bidome û li her çar aliyê Kurdistanê têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst wê bê mezinkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêdengiya Rûsyayê û raya giştî ya cîhanê ya li pêşberî van êrişan, cihê şermê ye û bang li her kesî kir ku li ber êrişên dewleta Tirk rabin.