Jinên Kurd ên li Rûsyayê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Jinên Kurd ên li herêma Stavrapol a Rûsyayê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan û bi gotina, "Yekane misogeriya paşeroja gelê Kurd gerîla û têkoşîn e" banga xwedîderketina li berxwedana gerîla kirin.

Jinên Kurd ên li herêma Stavrapol a Rûsyayê, têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan.

Endama meclîsa Jinê Hacê Amoyeva bi navê jinên Kurd ên li herêma Stavrapolê daxuyanî da û destpêkê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Amoyeva diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û destnîşan kir ku jinên Kurd ê li Rûsyayê jî dibêjin 'Dem dema azadiyê ye' lewma ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Di dewama daxuyaniyê de serketina berxwedana Garê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku hêzên dagirker ên nikarin li ber hêzên gerîla bisekinin serî li teknîkê didin û hemû derfetên xwe bi kar tîne.

Amoyeva anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ber têkçûnê ye, lewma bi piştgiriya hêzên navneteweyî tevdigere û got, "Yekane misogeriya paşeroja gelê Kurd têkoşîna wan û gerîla ye. Gelê Kurd ji bo hêza xwe ya parastinê bi tenê nehêle divê li her qadê têkoşînê mezin bike."