Jinên Kurd ên li Ewropayê daketin kolanan: Em ê rê nedin faşîzma mêr-dewletê!

Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî daketin kolanan û gotin, ew ê berxwedana li dijî mêtîngerî û şîdeta li jinê mezin bikin."

Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî daketin kolanan û gotin, ew ê berxwedana li dijî mêtîngerî û şîdeta li jinê mezin bikin."

HAMBÛRG

Meclîsa Jinê ya HDK-Hambûrgê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li semta Altona ya Hambûrgê çalakiyek lidar xist.

Jinên li ber avahiya Şaredariya Altonayê li hev civiyan pankartên bi nivîsa "Em li dijî nîjadperestî, şer û kuştina jinan li ber xwe bidin" û "dest nede vîna min, wekîlên min" vekirin.

Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'yî weke êrîşa li destketiyên jinan û vîna gel hat binavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Jin wê vîna xwe ya siyasî teslîm nekin; em ê rê nedin faşîzma mêr û dewletê."

Piştî vê çalakiyê jin beşdarî rûniştina awarte ya Meclîsa Navçeya Altonayê bûn û li trîbuna temaşekeran pankartên xwe vekirin.

Saziyên jinan ên li bajêr, wê roja Şemiyê saet di 14:00 de li Monckebergstrasseyê bi heman armancê mîtîngekê lidar bixin.

CROYDON

Li herêma Croydon a paytexta Îngilîstan Londonê, Komîsyona Jinê Croydon û Meclîsa Jinê Roj, meşek organîze kirin. Di meşê de dirûşmên "Destên xwe ji mafên me vekişînin", "Na ji destavêtina li zarokan", "Na ji tecawizkaran" hatin qîrîn. Li ser wateya 25'ê Mijdarê jî bi sedan belavok hatin belavkirin.

Di dema çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û helwesta li dijî mirovahiyê ya hikûmeta AKP'ê ya li dijî jin û zarokan, hat şermezarkirin.

READÎNG

Li bajarê Readîngê jî bi organîzeya Jinên Roj meşek hate lidarxistin. Meş piştî dayîna daxuyaniyê, li navenda bajêr qediya.

Di vê navberê de saziyên jinan ên li Londonê, wê roja 26'ê Mijdarê çalakiyeke mezin li ber qereqola polîsan a navendî ya li herêma Stocke Newîngtonê lidar bixin û banga tevlîbûnê hat kirin.