Jinên Kurd ên hatin qetilkirin li Torontoyê hatin bîranîn

Jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin li Torontoyê hatin bîranîn.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, Komuna Jinên Azad a Sara û Meclîsa Gel a Demokratîk a Torontoyê, jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Di civîna bîranînê de ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û siyasetmedarên li Silpiyayê hatin qetilkirin Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hatin bîranîn.

Ji Komuna Jinên Azad a Sara Gulnaz Yon li civînê axivî û got, "Em ê bi xwedîderketinê têkoşîna şehîdên xwe mezin bikin."

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê jî bi rêya telefonê beşdarî civîna bîranînê bû.

Di bîranînê de sînevîzyonek ji bo bîranîna şehîdan hate nîşandan.