BI DÎMEN

'Jinên Kurd bi şoreşê re azad bûn'

Zubeyde Îsmaîl got, "Jinên Kurd bi şoreşê re xwe perwerde kir, zincîra koletiyê qetand, azad bû, şer kir û bû fermandar, di nava civakê de bû xwedî mîsyon û mafê gotinê."

Ji endamên Kongra Star Cîhan Xalid û dayika şehîd Zubeyde Îsmaîl bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re qala guherîna bi şoreşê re kirin.

Cîhan Xalid anî ziman ku bi tevgera azadiyê ya Kurd re jinan xwe nas kirin û got, "Bi saya felsefeya Rêber Apo ku digot 'Heta jin azad nebe, civak azad nabe', me 8'ê Adarê jî nas kir. Berxwedan ji bo jinan tê wateya têkoşîn û xwe naskirinê. Jin têne qetilkirin, têne eciqandin, mafên wan têne desteserkirin. Jin hîn jî li tundiyê rast tên. Lewma divê em li dora felsefeya Rêbertî bicivin û têbikoşin."

DI JIYANA JINAN DE DESTPÊKEKE NÛ

Cîhan Xalid destnîşan kir ku Şoreşa Rojava di jiyana jinan de destpêkeke nû ye û got, "Bi şoreşê re di jiyana jinê de gelek tişt guherîn. Eger tu jin be, fikir û nêrîna te ne girîng e. Weke jin eger te serî hilda be, her wiha eger tu carekê hatibe girtin, weke guneh û sûcekî mezin dihate dîtin. Bi tevgera azadiyê re, bi saya bi dehan pêşeng ên jin em gihîştin vê astê. Hevala Sakîne Cansiz bi berxwedana li dijî dewleta Tirk, bi sedan jinên têkoşer afirand. Weke şopdarên wê bi hezaran jinan xwe feda kirin. Armanca wan hemûyan azadiya jinan û bi vê yekê re azadkirina civakê bû."

ME BARÊ ŞOREŞÊ HILDAN

Dayika şehîd Zubeyde Îsmaîl jî got, "Bi naskirina Tevgera Azadiyê re me gelek tişt fêhm kir û nas kir. Her mirovek divê xwedî sînor û pîvanên jiyanê be. Çawa em hîn kiribûn em bi wî rengî dijiyan. Piştî ku me partî nas kir, em tevlî kar bûn. Dewlet wê demê xurt bû, zêde derfet nedida me ku em tevbigerin. Piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir em jî tevlî bûn. Weke jin me bi berpirsyariya xwe zanîbûn û heta ji me hat me hewl da barê şoreşê hildin. Em tevlî nava saziyan bûn. Ez tevlî nava Saziya Malbatên Şehîdan bûm. 6-7 salan li wir xebitîm. Giranî û manewiyata xwe gelekî cuda bû. Di jiyana xwe de em bêrawestan bixebitin jî em ê nikaribin bersivê bidin mafê şehîdên xwe. Şoreş roj bi roj mezin bû, komun hatin avakirin, heta meclîs û kantonan rêxistinî belav bû. Ked û berdêlên mezin hatin dayin. Şerekî giran qewimî, şervanên YPG û YPJ'ê qet nesekinîn. Weke dayik me jî ew bi tenê nehişt. Ev şoreş bi keda şervanên YPG û YPJ'ê gihîşt vê astê. Ji ber vê yekê divê em bersivê bidin wan.

JIN DI NAVA CIVAKÊ DE BÛN XWEDÎ MÎSYON

Jin bi şoreşê re azad bûn, di nava civakê de bûn xwedî mîsyonekê û mafê axaftinê. Bi şoreşê re jinê xwe perwerde kir, gavên hîn mezin avêt. Jinan li çiyê şer kir, bûn fermandar. Jinên Kurd zincîra koletiyê qetandin ku li wan dihate ferzkirin. Ji xwe gava destpêkê ya 8'ê Adarê têkoşîn, serhildan û berxwedan e. Serhildana li dijî talankirina beden, ked û hebûnê ye. Lewma 8'ê Adarê ji bo me tê wateya nûbûn, azadî û xwe jinûve afirandinê. Di 8'ê Adarê de rengên jin û xwezayê dibin yek. 8'ê Adarê mizgîniya destpêkê ya têkoşîn, berxwedan û azadiyê ye."