Jinên Kurd: Bêdengiya we, ji ber hevkariya we ye!
Jinên Kurd: Bêdengiya we, ji ber hevkariya we ye!
Jinên Kurd: Bêdengiya we, ji ber hevkariya we ye!
Di ser qetikirina şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de 8 meh derbas bûn. Di lêpirsîna ku der barê komkujiyê de tê meşandin de, tu pêşveçûnek nîne û jinên kurd her hefte roja çarşemê di çalakiya ‘Em edeletê dixwazin’ de tên cem hev. Li paytexta Parîs a Fransayê, bajarê Hannover a Elmanya û Dusseldorfê, bajarê Cenevre a Swîsreyê jinan çalakî pêk anîn û ji dewleta Fransayê re got ‘bêdengiya we ji hevkariya we pêk tê’.
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vê hefteyê li gelek bajarên Ewroşa çalakiya em edeletê dixwazin pêk hat.
WEZÎRÊ KARÊN DERVE LI BER VÎ DERÎ SOZ DABÛ
Çalakiya ku li Parîsê pêk hat ji berê Akademiya Kurdistanê dest pê kir. Meşa jinan ya bi tililiyan destpê kir dirûşmeyên ‘Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne’. Jinan bi şuşeyên avê yên plastîk yên destê wan de diyar kirin ku edeleta Fransayê bi rêve naçe.
Meşa li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê bi dawî bû şûnde, bavê Fîdan Dogan, Hasan Dogan axaftinek kir û got: “Di ser bûyerê de 8 meh derbas bû. Dilê me dişewite. Wezîrê Karê Derve li ber vî derî soz dabû me. Hêj pêşveçûnek nîne. Ka edaleta Fransayê, ka sosyalîst. Em ji bo hemû kesê şopdarên vê dozê ne spasd dikim.” Piştî axaftinê ji bo daxwaza edeletê danezan hat xwendin. Jinan bi çalakiya runiştinê daxwaza edeletê ya vê hefteyê bi dawî kir.
DUSSELDORF Û HANNOVER: HETA RONÎ BIBE EM LI VIR IN
Li bajarên Elmanya Dusseldorf û Hannoverê, jin di çalakiyên "em edaletê dixwazin" de hatin cem hev.
Li bajarê Dusseldorfê bi pêşengiya Buroya Aştiyê ya Jinê ya Kurd CENÎ, li ber Konsolosa Fransayê çalakî hat lidarxistin û tevî jinên li Dusseldorf û bajarên derdorê Kurdistaniyên ji bajarê Bielefeldê jî vê heftê piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Wuppertalê Fatma Ozer peyivî û got, "Heta ev komkujî were ronîkirin, emê çalakiyên xwe dewam bikin. Her rojên Çarşemê emê li ber Konsolosa Fransayê çalakiyên xwe dewam bikin."
Çalakî bi dirûşmên şermezarkirina bêdengiya hikûmeta Fransayê bi dawî bû.
Çalakiya li Hannoverê jî ji aliyê Komîsyona Jinê ya Meclîsa Gel ve hat organîzekirin.
Jinên ku li ber Nûneriya Fransayê ya li Tiata am Aegie hatin cem hev ji Fransayê xwestin komkujiyê tavilê ronî bike. Di çalakiyê de, belavokên bi naveroka pêvajoya çareseriya demokratîk a li Tirkiyê û xemsariya hikûmetê de, hatin belavkirin.
LI CENEVREYÊ LI PÊŞIYA NY ÇALAKÎ
Li bajarê Swîsre Cenevreyê, çalakiya "edaletê" ya her Çarşem li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, vê hefteyê jî dewam kir.
Jinan piştî çalakiyê dosyayek derbarê ronînekirina komkujiya li Parîsê de radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî kirin.
Di çalakiyê de her weha banga tevlîbûnê ya ji bo çalakiya bi piştiriya Rojava re hat kirin. Çalakî wê roja Înê saet di 13'an de bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Kurd pêk were.