BI DÎMEN

Jinên ku di dema DAÎŞ’ê de hatin kolekirin, îro ji civakê re pêşengiyê dikin

Endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Hîbe Mihemed diyar kir ku divê jin ji hêz û kêrhatina xwe bawer bikin û got: “Jinên ku di dema DAÎŞ’ê de hatin kolekirin û êşkence lê hatin kirin, îro ji civakê re pêşengiyê dikin.”

JINA ROJAVAYÎ

Endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Hîbe Mihemed diyar kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hesab pirsîna ji mafên hatîn xespkirin, ked û azadiya jinê ye.

Hîbe Mihemed bi bîr xist ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 sal in ked û têkoşîneke mezin dimeşînin û wiha got: “Beriya şoreşê me 8’ê Adarê pîroz nedikir. Lê piştî şoreşê em fêrî wateya 8’ê Adarê bûn û me dest bi pîrozkirina wê kir. Îro ez dikarim bêjim ku ji bo jiyana jinê hatî xespkirin û mafên wê rojek ne bes e. Di 8’ê Adarê de em dibînin ku hîna li dijî jinê gelek nêzîkatiyên tundî û dermirovî dewam dikin. Li cîhanê hîna jin rû bi rûyê gelek êrîşan dimînin. Em hêvî dikin ku bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hemû jinên cîhanê wê zincîra koletiya heyî bişikînin. Beriya şoreşê dewletê pîrozkirina vê rojê qedexe kiribû. Lê em jin di wê demê de bi rengekî veşartî me di navbera xwe de pîroz dikir. Lê jinên Kurd, Ereb, Suryanî û Çerkes ên îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, bi hev re pîroz dikin. Em vê rojê bi amadekariyên pir mezin pêşwazî dikin. Semîneran didin, broşuran amade dikin û belavî hemû saziyan dikin.”

Hîbe Mihemed ev tişt jî anî ziman: “Em hemû dizanin ku di dema hikûmeta Şamê û piştre de, di dema DAÎŞ’ê de çi bi serê jinan hat. Jinên ku wê demê hatin kolekirin û êşkence lê hatin kirin, îro pêşengiyê ji civakê re dikin. Di rêveberiya civakê de cih digirin. Ev jin îro bûne têkoşer û şoreşger. Bi boneya 8’ê Adarê ez dixwazim ji hemû jinan re vê yekê bêjim; bikevin ferqa hêz û kêrhatina xwe. Dema ku jinê ji xwe bawer kir, tiştek nîne ku nekare bi ser bixe. Wê gelek destkeftiyan bi dest bixe. Dikare hemû paşverûtiyên ku civakê lê ferz kirî, derbas bike. Di vî warî de jin divê hemû astengiyan derbas bike û bigihije serketinê. Îro divê li dijî hemû êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk serî rake. Em ji bo parastina deskeftiyên şoreşê heta dawiyê berxwedana xwe didomînin. Êrîşên dewleta Tirk dibe qadên me yên jiyanê teng bike, dibe jiyan zehmet bibe jî lê em gav paş de naavêjin. Em ê hîn zêdetir têbikoşin. Îro bi taybetî jinên ku ji civakê re pêşengiyê dikin, tên hedefgirtin. Li Îranê, Rojhilat û Efrînê her roj ev jinên xurt û têkoşer tên hedefgirtin. Di vî warî de weke jin divê em heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin û heta ku azadiya xwe bi dest dixin li ber xwe bidin.”