Jinên ku bisiklêtê diajon bûne kabûsa Komara Îslamî ya Îranê

Komara Îslamî ya Îranê ya ku cîhanê tehdît dike van rojan serê wan ketiye ‘bela’ya jinên ku li Merîwanê bisiklêtê diajon. Jinan li dijî qedexeyê, bi navê ‘Sêşema Kesk’ çalakiya ajotina bisiklêtê dane destpêkirin.

Komara Îslamî ya Îranê ya ku cîhanê tehdît dike van rojan serê wan ketiye ‘bela’ya jinên ku li Merîwanê bisiklêtê diajon. Ligel ku rejîma Îranê qedexe kiriye û cezayan dibire jî, li Rojhilatê Kurdistanê li Merîwanê jin bisiklêtê diajon.

Komara Îslamî ya Îranê qedexe kiribû ku li peravên Gola Zerîwarê ya Merîwanê jin bisiklêtê biajon. Li ser vê qedexekirinê jin her Sêşem bi navê ‘Sêşema Kesk’ li dora golê bisiklêtê diajon.

Ligel ku têkildarî wan doz tên vekirin jî jin qedexeyan qebûl nakin û beşên cihê yên civakê piştgirî dan jinan. Li hemberî vî tiştî rejîmê parkek vekir ku di vê parkê de tenê jin dikarin bisiklêtê biajon. Lê jinan û parêzvanan mirovan diyar kirin ku ev cihêkariya zayendî ye û ev pêkanîn qebûl nekirin.

Di 20’ê Tîrmehê de hêzên rejîmê dest danîbû ser bisiklêtên jinan. Xwendekarên Lîseya Jinan a Ferzanîganê jî bi çalakiya ajotina bisiklêtê ya girseyî nerazîbûna xwe nîşan dabûn û ev çalakî xurt derbas bûbû.

Li Îranê qedexe ye ku jin bisiklêtê biajon lê ev qedexe tenê li Tahran û Sinê nayê pêkanîn. Meleyê Camiya mezin a Merîwanê Mistefa Şerzadî çend meh berê di xutbeyê de diyar kiribû divê jin bisiklêtê neajon û piştî xutbeyê ji bo ku bisiklêtê neajon polîsan dest bi astengkirinan kiribû.

ji kerema xwe re veya ji nu ve bar bike.