Jinên ji Hollandayê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ziyaret kirin
Aktîvîstên jin ên li Hollandayê dixebitin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Akay ziyaret kirin û diyar kirin ku ew dixwazin projeyên hevpar hilberînin.
Aktîvîstên jin ên li Hollandayê dixebitin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Akay ziyaret kirin û diyar kirin ku ew dixwazin projeyên hevpar hilberînin.
Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û saziyên jinan ên li Hollandayê de, têkiliyên ku ji Mijdara 2014'an û vir ve destpê kirine, bi berfirehî dewam dikin.
Aktîvîstên jin ên ji Hollandayê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay ziyaret kirin. Ji Weqfa Kezban a Hollandayê Saniye Tezcan, Findik Demîr, ji Şaredariya Deventerê Sabahat Kinaci, ji Zanîngeha Saxîon a Hollandayê Doç. Dr. Nûrsel Akdenîz, ji Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî ya Hollandayê Tîjda Cansiz, Gulcan Karademîr, ji Weqfa Donadarîa Dr. Gerda M. Nîjssen û Dr. Delal Akdenîz, li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Akay ziyaret kirin.
'EM DIXWAZINP ROJEYÊN HEVPAR BIMEŞÎNIN'
Aktîvîstên jin, ji ber sedana meha Mijdarê spasiyên xwe pêşkêşî Akay kirin û anîn ziman ku ew wan xwestine li ser xebat û projeyên hevpar ên ji bo jinan, hevdîtinê bikin. Akay der barê xebatên Şaredariya Mêrdînê ji bo jinan dimeşînin de agahî da û diyar kir ku ji ber rewşa malî xebatên ew dimeşînin di asta ku tê xwestin de nîne. Akay da xuyakirin ku ew di nava hewldanên mezin de ne û got, "Bi taybetî ji bo xwe gihandina jinên li qadên bejahî, em dixwzin projeyan hilberînin."
XEBAT LI CIH HATIN ŞOPANDIN
Di çarçoveya serdanê de rapora li ser xebatên ji bo jinan ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ve hat amadekirin, bi rêya slaytê pêşkêşî mêvanan hat kirin û xebatên li parka Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Rêyên Bejahî li cih hatin şopandin. Serdana jinan bi gera li cihên dîrokî yên Mêrdînê û parvekirina nêrînên li ser projeyan, bi dawî bû.