Jinên ji Efrînê piştgirî dan grevên birçîbûnê

Jinên ji Efrînê ji bo piştgiriyê bidin grevên birçbûnê, duh li navçeya Ehresê çalakiyeke piştgiriyê li dar xistin.

Gelek jinên Efrînê bidirûşmeya”Bi pêşengtiya Leylayan em ê têkoşîna xwe bilind bikin û bi Rêber Apo azad bijîn” ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê çalakî li dar xistin.

Çalakgeran tîşortên bi nivîsa “Azadî ji Serokatî re”, “Azadiya Serokatî azadiya me ye” û “Bijî Serok Apo” li xwe kirin. Ev çalakî wê 15 rojan bidome.

Jinan diyarkirin heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin,wê çalakiya xwe bidomînin.