Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî girtina Hevserokên Şaredariya Amedê Gulten Kişanak û Berdevkê KJA’yê yê Demê Ayla Akat Ata daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
‘’Biryara têkildarî hevrêyên me Gulten û Ayla siyasî ye, ne hiqûqî ye û bê bingehin. Ji bo vê jî têkildarî sedema girtina wan yek îdîayeke ku hatibe îspatkirin nîn e.
‘ME PEYAMA DESTHILATDARIYÊ STAND, EM Ê BERSIVÊ BIDIN’
AKP-Qesr pir baş dizane ku bi van girtinan jin wê serê xwe netewînin. Li dijî van êrîşên faşîst jin bersiva xwe, di tevahiya dîrokê de bi berxwedanê dane. Heke ew ê li Qesrê ji bîr kiribe bê Gulten Kişanak di 12’ê Îlona 1980’yî de li Girtîgeha Amedê çawa li ber xwe daye, em dikarin bi bîra wî bînin. An jî em dikarin gotina Ayla Akat Ata ya beriya binçavkirinê bi du rojan bi bîr bixin: ‘’Ji niha û şûn de hişmendiya ku çareseriyê di binçavkirin, girtin, komkujiyê de dibîne, dibe ku me bixe hedefa xwe lê ya zelal ev e; siberojeke azad li benda me ne. Em ew jin in ku mîrateya têkoşîna bi salan me derxistiye holê.’’