Yekîtiya Jinên Sosyalîst xwest Qirkirina Ermeniyan bê naskirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên Ermenî di heman demê de rastî qirkirina zayendî hatine û ji dewleta Tirk daxwaz kir ku lêborînê bixwaze.
Yekîtiya Jinên Sosyalîst daxuyaniyek nivîskî da û daxwaz kir ku Qirkirina Ermeniyan bê nasîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di navbera salên1915-1921’ê de, li ser xaka îro ya Tirkiyeyê, ji aliyê rêveberiya Jon Turk ve li ser Ermeniyan qirkirinek pêk hat û îsal di 100. aalvegera xwe de ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî evqas dem di navberê de derbas bûye jî qirkirin nehatiye qebûlkirin û rûbirûhatin hîna nehatiye jiyîn.
RÛBIRÛHATIN JI BO VEKIRINA RÊYA DEMOKRASIYÊ GIRÎNG E
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelên ku bi dîroka xwe re rû bi rû neyên, pêşeroja xwe winda dikin. Rûbirûhatin di heman demê de ji bo neteweyên ku dipelçîqînin, tevgerên siyasî, şoreşger, pêşdeçûyî û civakî û tevgerên jinan jî girîng e. Ji ber ku rûbirûhatin, ji bo vekirina rêya demokrasiyê gavek girîng e.
Di 24’ê Nîsana 1915’an de ji Wanê heta Îzmîtê, ji Sêwasê heta Samsunê cihên ku Ermenî lê dijiyan kirin gola xwînê, şewitandin, zarok qetilkirin, tecawizê jinan kirin. Ev tiştên ku me jimartin ne 100 sal berê, paşeroja nêz jî tîne hişê mirovan.”
TECAWIZ, ÎŞKENCE Û KOLETÎ
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qirkirin di heman demê de qirkirina zayendî ye û wiha hat gotin: “Wek hemû qirkirinan, di qirkirina Ermeniyan de jî jin; tenê nehatin qetilkirin. Rastî qirkirina zayendî hatin. Bi hezaran jin, rastî tecawizê hatin. Koçber bûn. Rastî îşkenceyan hatin. Wek koleyên seksê hatin firotin. Bazarên dîlgirtiyan ku di 1909’an de hatibûn girtin, bi jin û zarokên Ermeniyan re ji nû ve vebûn. Di hezaran jinên Ermenî hatin firotin. 200 hezar jin bi zorê kirin Misilman. Li bajarên cuda wek bûkên Ermenî bê nasname hatin hiştin. Bi hezaran întîxar kirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê deweta Tirk ji jinan lêborînê bixwaze û bang hat kirin ku li dijî qirkirinan têkoşîn bê dayîn û hesab bê pirsîn.