Jinên Ermenî jî wê dengê xwe bidin HDP'ê

Jinên Ermenî yên li Stenbolê gotin, di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de wê dengê xwe bidin HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 24'ê Hezîranê re daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo HDP û Selahattîn Demîrtaş zêde dibin. Piştî Elewî, gelên Çerkes û Hemşîn, niha jî Ermeniyan dan xuyakirin ku wê destekê bidin HDP'ê.

Jinên Ermenî ji Jin Newsê re di vê derbarê de axivîn. Sûltan Mihçi ku mamosteya dibistaneke bi zimanê Ermenî ye, diyar kir ku wekhevî ji bo wê gelekî girîng e û got, "Ji ber vê yekê dilê min bi HDP'ê re ye. Ji ber ku pirsgirêka perwerdeyê ya Ermeniyan heye. Em dixwazin li dibistanên xwe bi sîstema xwe ya perwerdeyê zarokên xwe perwerde bikin. Em dixwazin welatiyên wekhev bin. Ev yek jî ancax bi zîhniyeta HDP'ê bê kirin."

Sûltan Mihçi ji her kesî xwest ku dengê xwe bidin HDP'ê û ji bo parastina sindoqan jî bang kir.

Sona Sadatyan jî diyar kir ku ew alîgirê aştî û azadiyê ye, HDP jî li ser vê xetê dixebite û got, "Ji ber vê yekê ez destekê didim HDP'ê û namzetê HDP'ê. Me weke Ermeniyan li vî welatî gelekî êş kişand. Ji bo dawî li vê êşê bê, ez bawerim ku HDP wê li Meclîsê bibe dengê me."

Gulîzar Laçîn destnîşan kir ku ew li dijî şer e, lewma destekê dide HDP'ê û got, "Bi dîtina min, HDP ji bo gelan pêwîst e. Di nava HDP'ê de ez xwe û çandên cuda dibînim. Ji ber vê yekê dilê min bi HDP'ê re ye."