Jinên Êlihî ji bo Rojava wê di 30’ê Tebaxê de li qadan bin

Jinên Êlihî ji bo Rojava wê di 30’ê Tebaxê de li qadan bin

Meclîsa Jinan a Êlihê ya BDP’ê, bi armanca piştgiriya ji bo Rojava di 30’ê Tebaxê de wê meşekê li dar bixin.

Jinên Êlihî yên dest bi xebatên xwe kirin civînek li dar xistin. Di civînê de Parlamentera Êlihê ya BDP’yê Ayla Akat Ata, Hevseroka Rêxistina Êlihê ya BDP’ê  Rahşan Çarboga, Komîsyona Jinan a Taxê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û ligel pêkhatiyên Meclîsa Jinan a Bajêr gelek jin beşdar bûn. 

Di civîna ku li Salona Konferansê ya Avahiya BDP’ê hat lidarxistin de, endamên meclîsa Jinan têkildarî bûyer û pêşveçûnên Rojava fikrên xwe anîn ziman.  

Hevseroka Rêxistina Êlihê ya BDP’ê Rahşan Çarboga, giştînameya BDP’ê ya ji aliyê Meclîsa Jinan a Navenda Giştî ya BDP’ê ji bo meş û mîtîngan xwend. Piştî Çarboga jinên beşdarî civînê bûn jî der barê Rojava û pêvajoyê de nirxandin kirin.

Paşê Parlamentera Êlihê ya BDP’ê Ayla Akat Ata, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin û êrîşên li dijî gelê Rojava. 

Ata, destnîşan kir ku starta xebatên meş û mîtîngan ên di 30’ê Tebaxê de pêk werin dane destpêkirin.