Jinên Efrînê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Jinên Efrînê yên ji ber êrîşên qirker û dagiker ên dewleta Tirk koçberî Til Rifatê bûne, li hev kom bûn bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Jinên Efrînê yên li pêşiya navenda Kongra Star ya Til Rifatê kombûn, bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Neesan ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Rojhilata Navîn bi taybet Kurdistan a navenda şaristaniyê bû bi destê hêzên serwer û hegenom bûye neveda dagikerî, kavilbûn û talanê, dîsa navenda xwedawendibûnê bûye navenda çete, ji navenda pêximberan bûye navenda fetwayan.

Hişmendiya li dijî şoreşa gelan û çandê tim şerê kesayetên zanist, şoreşger û rêberan kir. Derketina Rêber Apo bi serê xwe şoreşek bû. Bi kar û xebat bizava têkoşînê kefeên gelê Kurd çirand û carekî din rakir ser piyan. Bi felsefeya netewa demokratîk serhildanên gelan ava kir. Bi felsefeya netewa demokratîk bi giştî û bi taybet jin biryara vejîna xwa ya li pey Rêber Apo dan. Komploya li dijî Rêber Apo hate kirin di sedsala 21’an de bi tecrîdê hê girantir dewam dike. Tecrîd bi xwe ji hemû kiryarên mirovahiyê dûr in.

Em jinên Rojava û bi taybet jinên Efrînê tecrîda giran a li ser Rêberê Apo şermezar dikin. Bi yek dengî bang dikin ku nabe kilîda çareseriyê li Îmraliyê bê ragirtin.

Em bang li hemû saziyên navnetewî, saziyên mafên mirovan û hemû zagonsaz dikin ku ev tecrîda dijwar were rakirin. Heta dawî em ê şopdarê rêya Rêberê xwe bin. Ji bo vê jî çi berdêl bê xwestin em amade ne bidin.”

Piştî daxuyaniyê û şûnde çalakiya jinan bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.