BI DÎMEN

Jinên Efrîn û Şehbayê: Em ê têkoşîna xwe heta azadiyê bidomînin

Jinên Efrîn û Şehbayê diyarkirin ku 8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedana jinan e û destnîşan kir ku heta azadiya xwe pêk tînin, ew ê têbikoşin.

8'Ê ADARÊ

Jinên Efrîn û Şehbayê di pîrobahiya 8’ê Adarê de ji ANF’ê re axivîn.

Di despêkê de endama rêveberiya yekîtiya Êzîdiyan a Efrînê Meryem Cindo nêrîna xwe ji bo roja 8'ê Adarê parvekir û wiha got, ''Em jinên Efrînî, Êzîdî em di vê rojê de bi dirûşmeya 'bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirinê, dagirkeriyê û tecrîdê têkbibin' li vir kombûne. Di despêkê de vê rojê li Rêber Apo û jinên cîhanê pîroz dikin û dibêjin ku çiqas siyaseta dagirkeriyê li ser jinê tê meşandin, li hember wê jin bi hêz û îradeyeke xurt disekine. Ji ber ku jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo rastiya roja 8'ê Adarê û rastiya jin naskirin. Roja îro bi hezaran jin daketine qadan li ber xwe didin û vê rojê li her derê pîroz dikin.''

Dayîka ji Efrînê Efyet Ekaş Henan di axaftina xwe de 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: ''Em ê her tim çanda Efrînê biparêzin. Ev 7 sale em koçberî herêma Şehba bûne û li ber xwe didin. Çiqas dijmin û dagirker hewl bide, tu carî nikare me ji çanda Efrînê û çanda xaka me dûr bixe. Heta em ji ser vê erdê jiyan dikin, em ê her tim li ser piyan bin.''

Di dawiyê de endama rêveberiya jin a saziya malbatên şehîdan Menal Şêxo jî axivî û got: ''Em îro bi boneya 8'ê Adarê li vir kom bûne. 8'ê Adarê roja berxwedanê, azadiya jin e. Em jî weke jinên Şehba li vir kom bûne da ku em jî bi hemû pêkhateyên li herêmê şahiya xwe li dar bixin û bi hemû jinên herêmê re pîroz bikin. Her wiha em vê rojê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em vê rojê li hemû jinên cîhanê, jinên kedkar û şehîdên ku di vê rêyê de canê xwe feda kirine pîroz dikin.''