Jinên di girtîgeha Kandirayê de piştgiriyê didin HDP’ê

Peyama piştgiriyê ya ku jinên di girtîgeha Kandirayê de ji HDP’ê re şandin, di çalakiya danasîna namzetên jin a Meclîsa Jinan a HDP’ê de hate xwendin.

Jinên di girtîgehê de gotin ku, “Di vê pêvajoyê de, hûn nûnerên têkoşîna azadiya jinan we peywir û berpirsiyareke girîng hilgirtine.”

Di dûmahîka peyamê de ev tişt hate gotin: “Beriya her tiştî em hezkirin, hêvî, hêz û moralan ji we re dişînin û serkeftinê dixwazin. Zilma faşîzmê, şerê li ser gelan tê kirin û şîddeta mêran em bi awayê herî xedar dijîn lê em dikarin pêşiya van tiştan bigirin.

Jin dikarin faşîzmê bidin sekinandin. Em ji we bawer in.

Em bawer dikin ku hûn ê nirxên azadiyê û destkeftiyên jinan bi pêş ve bibin ya ku jinan bi berdêlên mezin ava kirine. Em ji niha ve li benda êvara 24’ê Hezîranê ne, ya ku em ê serfiraziya jinan pîroz bikin.

Em bi dil, hêviyên xwe yên azadiyê û tililiyên xwe bi we re ne.

Bila rêya we vekirîbe!”