Jinên Dêrsimî di taştê de hatin gel hev

Hevşaredara Dêrsimê Altûn a di civîna jinan de axivî, diyar kir ku wê jin hêza derbaskirina benda ji sedî 10 nîşan bidin. Namzeta HDP’ê Şahîn jî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan.

Hevşaredara Dêrsimê Altûn a di civîna jinan de axivî, diyar kir ku wê jin hêza derbaskirina benda ji sedî 10 nîşan bidin. Namzeta HDP’ê Şahîn jî bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan.

Aktîvîstên KJA yên Dêrsimê, bi tevlîbûna namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn bi jinan re li ser Sûka Bin Erdê civîneke çapemeniyê ya bi taştê li dar xistin.

Di civînê de Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, endamên HDP, DBP, Partîzan, EMEP, DHF, ESP û bi dehan jin amade bûn.

'EM NE DESTHILATDARIYÊ AZADIYÊ DIKIN ARMANC'

Altûn a di civînê de axivî, bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê û wiha axivî: "Em bi evqas jin re li vir in. Ez ji vê re nabêjim, 'piştevanî’; ev ne piştevaniyeke. Ev daxwaza jinê ye ya bi nav û nasnameya xwe hebe. Nasname û azadiya jinê, ji tevayî têkoşînan hê girîngtir û bihêztir e. Ev hêz di me de heye. Em ê di hilbijartinan de vê hêzê derxin holê û benda ji sedî 10 derbas bikin. Armanca me ne desthilatdarî; hebûna azad, serbixwe û bi nasnameya jinê ye."

Namzeta HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn anî ziman ku wek jinên Dêrsimî ji demên berê heta îro êşa nasname, bawerî û komkujiyên rû dane jiyane û got, "Êdî şert e jin bi temamî bên gel hev, mil bidin hev û xwe rêxistin bikin.”

Jin, paşê çûn Goristana Esrî ya Şaredariyê gora Sakîne Cansiz (Sara) a 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hat qetilkirin û gorên PKK/HPG’yiyên di salên cuda de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.