Jinên Colemêrgî ji bo Rojava meşiyan
Jinên Colemêrgî ji bo Rojava meşiyan
Jinên Colemêrgî ji bo Rojava meşiyan
Li Colemêrgê, jinên endamên Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH), bi armanca piştgirîdayîna Rojava meşiyan.
Jinên li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê li hev kom bûn, bi pankarta bi nivîsa "Her der Rojava, her der berxwedan", bi wêneyên Kurdên li Rojava hatin kuştin û alên DOKH'ê ber bi avahiya Şaredariyê ve meşiyan.
Di meşa jinan de, Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî, Hevserokê BDP'ê yê Colemêrgê Rahmî Kûrt, Şaredar Fadil Bedirxanoglû jî amade bûn. Li ber avahiya şaredariyê aktîvîsta DOKH'ê Hamîde Ozer daxuyanî da û diyar kir ku li hemberî Kurdên li Rojava bi awayekî rêk û pêk komkujî û destavêtin tên kirin û destnîşan kir ku hikûmet li vê hovîtiyê temaşe dike.
Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser têkoşîna li Rojava hat nîşandan û çalakî bi dawî bû.