Jinên Ciwan ên Başûr parka Azadî paqij kirin

Endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer, di çarçoveya xebatên ekolojî de li Silêmanî li Parka Azadî derdor paqij kir.

Jinên Ciwan, bi vê xebatî starta xebatên xwe yên ekolojiyê da destpêkirin. Jinên Ciwan wê di vê çarçoveyê de li Silêmanî, Kerkûk, Çemçemal, Ranya û Halepçe xebatên paqijiyê bidin kirin. Jinên Ciwan bi vê dike ku bala derdor bikişîne ser xwezaparêziyê.

Jinên ciwan ên li Silêmanî li Parka Azadî dest bi xebatên paqijiyê kirin. Jinan li ser xebatên xwe di serî de jinên ciwan, ciwan û gelê li parkê agahdar kirin.

Di çalakiyê de gelek kes alîkarî da jinên ciwan.

Têkildarî mijarê endamên Jinên Ciwan Lara Abbas axivî û li ser armanca çalakiya xwe ev got: “Em Jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê, li hember êrîşa xwezayê yekem çalakiya me ye ku me Parka Azadî paqij kir. Ev çalakî di çarçoveya xebatên me yê ekolojîk de yekem çalakiye. Em xebatên xwe ji bo xwezaparêziyê dikin. Em bi vê dixwazin bal bikşînin ser zirarên berhemên naylon û kel û pelên ku di xwezayê de bi sedan sale tune nabe. Em ji gelê Başûr re pêşniyar dikin ku tiştê ku xweza tune dikin wek plastîk bikar neynên. Ji bo xweza parêziyê bêhtir hewl bidin.”