Jinên ciwan ên Kurd li Ewropayê, di konferansê de hatin cem hev
Jinên ciwan ên Kurd li Ewropayê, di konferansê de hatin cem hev
Jinên ciwan ên Kurd li Ewropayê, di konferansê de hatin cem hev
Jinên ciwan ên Kurd li Ewropayê, di 1. Konferansa Jinên Ciwan a Ewropayê de hatin cem hev. Jinên ciwan bi vê konferansa xwe ya yekemîn re dixwazin xwe li Ewropayê bi hêz birêxistin bikin.
Konferansa ku yadî 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin hat kirin, sibeha Şemiyê li Parîsê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre axaftina vekirinê xwişka yek ji jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê hatin kuştih Leyla Şaylemez, Yasemîn Şaylemez kir. Şaylemez piştî silavkirina konferansê, helwesta hikûmeta Fransayê ya li pêşberî komkujiya li Parîsê şermezar kir. Şaylemez da xuyakirin ku heta berpirsyar werin dîtin û darizandin, ewê şopdarên bûyerê bin.
Piştî axaftina vekirinê, nûnera jinê ya Partiya Komunîst a Fransayê kongre silav û serketin jê re xwest. Berdevka Tevgera Ciwanan a Komunîst Anne Sophie jî di axaftina xwe ya kurt de piştevaniya xwe li gel jinên ciwan ên Kurd anî ziman.
Piştî peyamên devkî û nivîskî, dest bi nirxandina rojeva yekemîn a konferansê; rojeva siyasî hat kirin. Jinên ciwan di rojeva siyasî de bi giranî mijarên berxwedana li Rojava, destwerdaneke gengaz a leşkerî li Sûriyê, pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, Kongreya Neteweyî ya Kurd û hilbijartinên Başûrê Kurdistanê nirxandin.
Di rojeva duyemîn a konferansê de jî pirsgirêkên civakî, siyasî û çandî yên jinên ciwan hatin nirxandin.
Polîtîkayên sîstemên deshilatdar ên li dijî jinên ciwan, destavêtin, destdirêjî, qirkirina jinan û rê û rêbaza têkoşîna li dijî van hatin gotûbêjkirin û bal hat kişandin ser rola pêşengiyê ya jinên ciwan li nava civakê.
Di rojeva sêyemîn û dawî ya roja yekemîn a konferansê de Dîren Dêrsim bi mijara ezmûn û têkoşîna tevgera jinên Kurd û Viyan Nûrhak jî li ser mijara ezmûn û asta xebatên jinên ciwan, pêşkêşî kirin.
Di rojeva îro ya konferansê de jî, dê pêşnûmebiryarên li ser xebat û rêxistinbûyîna dema pêş werin erêkirin û bi hilbijartinan re rêveberî were diyarkirin. Yekemîn Konferansa Jinên Ciwan, dê bi axaftina li ser navê Tevgera Jinê ya Kurd bi dawî bibe.
Piştî girtina konferansê, dê li ber buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku lê 3 jinên Kurd ên şoreşger hatin kuştin, daxuyaniyek li çapemeniyê bê dayîn.