Jinên BDP'yî yên Îzmîrê, destavêtina li Çewlikê şermezar kirin
Jinên BDP'yî yên Îzmîrê, destavêtina li Çewlikê şermezar kirin
Jinên BDP'yî yên Îzmîrê, destavêtina li Çewlikê şermezar kirin
Meclîsa Jinan a BDP'ê ya navçeya Îzmîr Çîglî ji bo balê bikşîne ser bûyera destavêtinê ya li Çewlikê, meşek lidar xist û daxuyaniyek da çapemeniyê.
Endamên Meclîsa Jinan a BDP'ê li ber avahiya BDP'ê ya navçeya Çîglî hatin cem hev û ji bo destavêtina 5 çawişên pispor 8 leşkerên Tirk a li keça 14 salî E.A ya li navçeya Çewlik Bongilanê gundê Hazarşahê şermezar bikin, ber bi Qada Kasaplar a Çîglî ve meşiyan.
Jinan di meşa xwe de ji bo girtin û cezakirina leşkerên tecawizkar dirûşme qêriyan û gava gihaştin Qada Kasaplarê jî daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê Meclîsa Jinan Hevseroka BDP'ê ya navçeya Çîglî Safiye Tûnç axivî û got, "Dadgerî bi serbestberdana tecawizkaran re dibe sedem ku bûyerên bi vî rengî zêde bibin."
Tûnç ragihand ku bûyera E.A polîtîkayeke plankirî ya dewletê ye û got, "Emê heta dawiyê bi ser bûyera destavêtinê ya li Çewlikê de biçin. Emê ji hemû kesên di vê bûyerê de hene, hesab bipirsin."