Jinên BDP'yî: Dozên tore û xwînê sînorên xweragirtin derbas kirine
Jinên BDP'yî: Dozên tore û xwînê sînorên xweragirtin derbas kirine
Jinên BDP'yî: Dozên tore û xwînê sînorên xweragirtin derbas kirine
Meclîsên Jinan ên BDP'ê, piştî êrîşa li ber Girtîgeha Mêrdînê pêk hat û jê 3 zarok 2 jin bi tevahî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî dan û diyar kirin ku dozên tore û xwînê tahammul derbas kiriye.
Meclîsên Jinan ên BDP'ê ê têkildarî qetilkirina 3 jê zarok 2 jin 5 kesên ku li ber Girtîgeha Mêrdînê rastî gulebaranê hatin û hatin qetilkirin daxuyaniyek nivîskî dan. Jinên BDP'yî diyar kirin ku qetilkirina dawî nîşan dide ku dozên xwîn û toreyê êdî sînorê tehamulê derbas kiriye û bi tu awayî nayê qebûlkirin. Meclisê da zanîn ku qetilkirina zarên 4, 5 û 11 salî di tu zagonan de nayê qebûlkirin. Ev hişmendiya zilam a feraseta namus, şeref, tore û xwîndariyê sînorê tahammulê derbas kirine.
Meclîsê anî ziman ku wekî meclîsa jinê ji kuştina namûs û toreyê re dibêjin êdî bes e û dê destûr nedin ku ev hişmendî pêş bikeve. Meclîsê bang li hemû kesên hestiyar kir û xwest bi hevre têkoşîna vê yekê bidin.