Jinên Kampa Rûbarê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên Kampa Rûbarê, ku kamp her carê ji topên dewleta Tirk û çeteyên wê re dibe hedef, li dijî dagirkeriya Tirk helwesta xwe nîşan dan û gotin ew ê nehêlin dewleta Tirk bikeve Rojava.

Dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve ku li bajarê Ezazê bi cih bûne bi topên hawanan êrîş birin ser Kantona Şehba û Efrînê ya federal.

Şevê dî çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser  Kampa Rûbar û gundên Xalta, Cîbirê, Basilê yên bi ser navçeya Şêrewa ve.

Dewleta Tirk nêzî 30 topî avête derdora Kampya Rûbarê û di encamê de ziyaneke mezin li zevî û konên koçberan çêbû.

Jina bi navê Dilşad Dawûd li ser van êrîşan got: ‘’Ev êrîş li ser Kampa Rûbar têne kirni. Duh jî nêzî 30 top li derdora kampê ketin. Em koçberên gundê Basilê bûn.’’

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Dilşan Dawûd diyar kir ku ev ne cara pêşî ye ku dewleta Tirk êrîşê dibe ser kampa koçberan lê ew ti caran ew ji topên wan natirsin û ew nahêlin derbasî ser xaka wan bibin û got, ‘’Ji ber ku em xwedî vîn in, her tim em ê li ber xwe bidin.’’

Jina bi navê Suad Xelîl jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: ‘’Berî bi demekê em koçberî Kantona Efrînê bûn. Lê dîsa jî dewletaTirk êrîşê bi ser koçberan de tîne. Her roj em bi dengê topên çeteyên Tirkan şiyar dibin.’’

‘MILETÊ ŞEHBAYÊ JI DENGÊ TOPAN NIKARE RAZE’

Suad dawiyê got: ‘Ev gelek car in dewleta Tirk êrîşê bi ser me de tîne. Doh top avêtin derdora Kampa Rûbar. Ji dengê topên dewleta Tirk me nikarîbû em razin. Suad dawiyê bang li dewletên qada navdewletî kir ku di vê mijarê de şiyar bin.

‘EM VÊ CARÊ BI KÛ VE KOÇBER BIBIN’

Jina bi navê Mune Abdulrehîm jî wiha got: ‘’Em ji ber topan koçberî Kantona Efrînê bûn. Ji bo ku em zarokên xwe ji dengê topan xilas bikin. Lê dewleta Tirk a dagirker êrîşê tîne ser Kampa Rûbarê, em ê bi kû ve koçber bibin.’’

Mune bi domdarî got: ‘’Êdî bes e ji Erdoganê faşîst re. Her tim dixwaze derbasî ser xaka me bibe. Lê Erdogan vê tenê dikare di xew de bibîne.’

Jina bi navê Hiyem jî got: ‘’Ev cara çaran e ku dewleta Tirk êrîşê bi ser Kampa Rûbar û derdora wê de tîne. Her cara ku êrîş dike zarokên me ditirsin. Dema ku zarok û bûka min dengê topan dikin nexweş dikevin. Lê dewleta Tirk çi qasî êrîşê bîne jî wê yekîtiya gel vê êrîşê bişkîne.’’