Jinên Êzidî şervanên YJŞ'ê yên li Reqayê şer dikin, silav kirin

Jinên Êzidî yên li Şengalê, şervanên YJŞ'ê yên tevlî Cenga Mezin a Reqayê bûne silav kirin û gotin, ew heta dawiyê bi şervanên xwe re ne.

Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo rizgarkirin û hilanîna tola jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve êsîr hatin girtin, roja 2'ê Tîrmeha 2017'an berê xwe dan Reqayê û tevlî Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina Reqayê bûn.

Jinên Êzidî yên li Şengalê, li ser girîngiya tevlîbûna şervanên YJŞ'ê li nava Cenga Mezin ji ANF'ê re axivîn.

Dayika bi navê Emşê Xirmiş got, "Keç û şervanên me niha berê xwe dane bajarê Reqayê û bi şervanên azadiyê yên QSD'ê re tevlî şerê giran bûne. Armanca wan rizgarkirina keç û dayikên me ne. Em wan silav û pîroz dikin. Heta dawiyê em piştigiriyê didin şervanê xwe û hêza xwe."

Jin a ciwan Nehla Yûsif jî got, "Em di destpêkê de serketinê ji şervanên xwe yên YJŞ'ê re dixwazin. Bi rastî em gelekî kêfxweş in, ji ber ku şervanên me niha li Reqayê ne, ku tola jin û keçên me hiltînin û wan ji destê DAIŞ'ê rizgar dikin. Em jî weke keçên Şengalê heta dawiyê piştgiriya şervanên xwe dikin û çi ji destê me were em ê jî bikin. Eger pêwîst bike em ê canê xwe feda bikin."