Jineke Kurd a awirbaz

Viyan jineke Kurd a awirbaz e ku di ber baweriya xwe de şer kirî. Viyan ji Dîgorê heta bi Şaho, ji wir heta bi Xerzanê navê welatparêzî, gerîlayeke zîrek e.

Li welatê Serhedan dîsa rojek ji rojên sar û seqemê bû. Sal 1985 bû. Li Dîgora Qersê ku yek ji damarê welatparêziyê 9 mehên bendewariyê dawiyê diqede. Piştî êşên giran bi awirên hêvîdar zarokekê tîne Yadê Fatma. Navê Wahîde li zaroka nûza dike.Navê vê zaroya nûza weke Vahîde Çalkendîr derbasî qeydên mêtinger dibe.

Wahîde li nav malbateke welatparêz, halê wan ne xirab û kedkar jidayik dibe, ku debara xwe bi xwedîkriina heywanan dikin. Li nav malbatê damarê welatparêziyê serwer e. Jiyana li gorî pîvanên welatparêziyê esas e. Wahîde hê bi zaroktî fêhm dike ku ked çiye. Zaroktiya Wahîde wan salan e ku şerê azadiya Kurdistanê geş e. Gelek rûdanên ku têne jiyîn tesîrê li ser dike. Şerê azadiyê yê li Kurdistanê, Serhildana 1993'an a Dîgorê li gel ku zarok bû jî ji bîr nake û reng dide ser dahatuya wê. Şervanaek ji malbata Çalkendir jî tevlî nav şerê azadiyê dibe. Birayê mezin ê Wahîde Tûran Çalkendir (Serdar) jî 1994'an tevlî nav refên gerîla dibe. Malbata welatparêz êdî malbata gerîlayekî, ango şervanekî ye ku ji bo azadiyê canê xwe feda dike. Ji bo Wahîde û malbata wê êdî ti tişt wê ne weke berê be. Wê ji bo jiyana Wahîde bibe xala fetlonekê, tevlêbûna birayê we ya li nav gerîla. Hê bi zaroktî bi rêya birayê xwe Tevgera Azadiyê nas dike û hêdî hêdî nas dike evîna azadiyê ku wê canê xwe di ber de bide.

Ber bi îlona 2007'an ve ji malbatê şervaneke duyan ber bi refên gerîla ve diçe. Wahîde êdî mezin bûye û bûye jineke ciwan. Dawiyê digihije gerîla ku bi salan bêrî lê dikir. Keça serhildêr a Dîgorê li çiyayên azadiyê bûbû ''Viyan Çiya''. Li pêşiya Viyan meeşek domdirêj a azadiyê, çiyayên Kurdistanê yên bêser û ber hene bi eşq wê gav lê bavêta. Li çiyayan xwe dibîne û bûyineke nû bi xwe re pêk tîne. Gihaştiye xewn û xeyalên zaroktiya xwe, di rêya birayê xwe û bi dehan xizmên xwe ve dimeşe. Ji ber vê kêfxweş e. Dixwaze dilsozî xewn û xeyalên zaroktiyê û û bibe şervaneke ku dilsozê songên ku xwariye.

Viyan her ku diçe PKK'ê xweştir nas dike, bi kûrahiya wê ve dadikeve. Dema ku gewhera Viyan û rastiya PKK'ê dibin yek milîtaneke mezin derdikeve holê. Viyan her ku dibe çiya, çiya jî dibe Viyan. Ew êdî çiyayan di dilê xwe de hildigire û bi kûrahiya çiyayan ve xwe berdide. Viyan ji her alî ve guheriye û xwe ji nû ve ava kiriye. Xaseta wê ya têkoşer ji awirên wê xuya dike, gavên wê bi xwe jî guherîne. Awirên wê êdî weke awirên baz, gavên wê jî weke gavên bi westanê nianin, çiyayan diqulibînin. Agirê têkoşînê di ilê Viyan de vêketiye. Bûye milîtaneke zîrek. Niha ji bo wê dem e ku biçe qadên têkoşînê yên dijwar, qada şer.

Pêşî sala 2009'an berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê. Viyan bi rengekî ji xwe bawer ber bi qada şer ve dimeşe.  Derbasî qada Şaho dibe ku yek ji qada herî serhildêr, asê û tund e. Êdî tam li nav rastiya şer, li navendaw ê ye. Şaho, Zagrosên Rojhilatê Kurdistanê ye. Eraziya wê hişk, asê û zor e. Li qada Şaho ji bo gerîlatiyê hewceyî bi performanseke mezin û vîneke xurt heye. Bêyî bawerî û dilsoziyeke mezin zor e ku mirov bikaribe li Şaho rojekê jî derbas bike.

Bilindcihên Şaho yên ber bi ezmanan ve di teşebûna Viyan de bi roleke girîng radibe. Viyan, weke birayê xwe Şaho dibe gerîlayekî ku serê xwe natewîne. Zehmetiyên ku li çiyayên Şaho jiyayî, kesayatiyeke ji pola pê re çêdike, wê dike milîtaneke ku heq ji qadên dijwar derkeve.Viyan dest bi pratîkeke dijwar a gerîla dibe. Di pratîka Şaho de Viyan bi şevan bê xew dimîne, di nav kemînan de, çalakiyan de dimîne. Bê hesab tevlî her deqeya wê dibe. Bi keda xwe tesîrê li ser hevalên xwe dike. Li gel hemû bêderfetî û astengiyên di pratîkê de bi hêza dilê xwe heq ji hemûyan derdikeve. Dilê wê yê ku heq jê derketî çiyayên bilind derbas bike li ber ti zor û zehmetiyan ji ya xwe nayê xwarê. Bi kesayata xwe ya têkoşer derdikeve pêş. Bi salan li qada Şaho û Kosalanê ya Rojhilatê Kurdistanê di nav pratîkê de dimîne.

Li qada Şaho dibe şervaneke zeraq û hosta. Her demê bihistyar e û ji tevgerkirinê re hazir e. Li gel hemû zehmetiyên fizîkî jî tevdîran sist nake. Piştî peywireke zor li cihên ku gihaştinê hevalên wê bêhna xwe didin lê Viyan ji bo ewlehiya hevrêyên xwe b pozisyona hazir e. Hêzên dijmin ku niqteya gerîla keşf kirin, bi bihistyariya Viyan tê pûçkirin. Viyan ku hay ji hêza dijmin çêdibe, nahêle ku serdegirtina niqteyî bibe, bi dijmin re şer dike û hevrêyên xwe xilas dike. Heta ku hevrêyên wê bikevin pozisyoneke ewle jî şer didoem .Viyan gerîlayeke ev çend hosta û bihistyar e. Cihe ku ew lê heye hevrêyên wê ewle ne û her demê ji hêla wê ve têne parastin.

Li hemû qadên ku lê dimîne bandorê li ser hevrêyên xwe dike. Bi pratîka bêkêmasî ku nîşan dayî, di civatên grîla de tim tê bibîranîn, dûr ba jî. Li nav PKK'ê herî zêde têkiliyên hevrêtiyê bandorê li ser dike. Hevrêyên xwe ji bo xwe kiribû taca serê xwe û her demê ew pîroz dîtine. Pîrozbûna hevrêtiyê bi gotina, ''Hevrêtî, hevrêtiya bi Rêbertî, Mazlûm, Zîlan û Sara re ye'' û wiha pênase kiriye. Manewiyata bêdawî ya di têkiliyên wê de her demê derdikeve pêş. Bi hezkirineke mezin ji hevrêyên xwe hez dike. Ev hezkirina ku çavê wê de xuya dike heta dawiya jiyana wê tim dom kiriye.

Viyan Çiya ji bo ku rastiyê û qenciyê serwer bike dikeve şerekî mezin. Li Şaho li dijî neheqiyen ku li ser civaka wê tê kirin dibe şûrê tolhildanê. Li çiyayan qêrîna azadiyê ya wan jinan e ku bi hezaran salan hatine kuştin. Hewl dide, kedê dide, nirxên mezin ava dike. Hêleka xwe weke xwendavendan bi dilovanî û hezkirinê ye. Lê hêleke xwe li dijî dijmin jineke Kurd a dilêr a şervan e. Ji bo nirxên civakî ku ji dest hatine standin serê xwe di ber şer de daye, li ser şopa Zîlan, Bêrîtan û Viyan. Strana bi salan a serhildanê dibêje ya li çiyayên azadiyê.  Viyan li çiyayan dibe weke Çiya.

Piştî pratîka domdirêj ku ku li qada şer bihurandî li ser mijara şer jî dibe hosta. Viyan êdî kaneke baweriyê û fermandara şer e. Di awirên wê de bawerî heye. Li her qada ku diçiyê heq ji her karî derdikeve. Mîna bazan tim li asoyan û li li qadên zor û zehmet dinere. Ne dijmin, ne lat û zinar û çiya li ber Viyan ne asteng in. Ew jineke Kurd a awirbaz e ku di ber baweriya xwe de şer dike. Viyana awirbaz bi bêrîkirina mezin a di dilê xwe dixwaze xwe ber bi çiyayên Bakurê Kurdistanê ve berde.

Ji bo Viyan meşeke dirêj dest pê dike. Ev meş dibe meşa azadiyê, ya tolhildanê. Jina Kurd a awirbaz berê xwe dide çiyayên Xerzanê û rêwîtiya wê ya mezin dest pê dike. Ev rêwîtiyeke wiha ye ku ji meşê piyên wê diwerimin û xwînî dibin. Ne barê her kesî ye ku bi çenteyê giran ê gerîla ji parçeyekî welêt mirov biçe parçeyekî dî. Bi meşa dirêj a gerîla ku ji ber giraniya çentê pişta mirov xwar dibe, bi heftiyan hewl dide ku bigihije çiyayên Xerzanê. Li tevaniya rê li gel hemû zor û zehmetiyan û operasyonan jî digihije mekanê xwe yê nû û slavê dide çiyayên asê yên bakur.

Dema ku digihije çiyayên Xerzanê bêyî ku navberê bide têkoşîna xwe, şerê giran didomîne. Li çiyayên Xerzanê dibe layiqî gotin û sondên xwe dibe. Dema ku diçe çiyayên Xerzanê dibêje, ''Ez ê biçim ji hêstirên çavên dayik û zarokan re bibim bersiv''. Dilsozî soza xwe dimîne û heta ku şehîd dibe jî hewl dide ku bibe bersiv. Weke bazan çavên wê tim li çalakiyan digeriya.

28'ê Hezîrana 2018'an çiyayên Xerzanê dibin şahidê şehîdbûna Viyan û 6 hevrêyên wê. Dagirkerên ku ji bejahiyê nekarîn şer bikin, bêgav dimînin li vara berxwedana Viyana awirbaz. Berxwedana gerîla nehatiye şikandin, bi dehan dagirker di vî şerî de hatine kuştin. Dagirkerên ku nekarîn bi Viyan û hevrêyên wê bi balafiran û SÎHA'yan bi ser wan de çûne. Piştî bommbebaranê Viyan Çiya û 6 hevrêyên wê nemir bûne.28'ê Hezîranê weke roja ku jina Kurd a awirbaz nemir bûyî û bûyî çiya derbasî qeydên dîrokê dibe.