Jinek li ser şopa gelê xwe: Nevîn Oyman Gîrasûn

Hevşaredara Hezexê Nevîn Oyman Gîrasûn, ku ji malbateke ji Cizîrê ye, di sala 1985'an de li Meletiyê ji dayik bû.

Malbata Oyman ku ji ber zexta dewletê koçî Meletiyê kir, lê têkiliya xwe ya bi Cizîrê re qut nekir, neçar ma demeke dirêj li Meletiyê bijî. Nevîn Oyman, ji vê malbata ji pênc zarokan, ya herî biçûk e. Bi biryardarî, jîr, serketî, tund, dilsoza malbata xwe, bi rehm û fedakariya xwe tê naskirin.

Nevîn Oyman dibistanên seretayî û lîseyê li Meletiyê xwend. Piştî ku bavê wê yê karmend di sala 2005'an de teqawît bû, tevî malbata xwe vegeriya Cizîrê. Di dema xwendina lîseyê de ji aliyekî ve xwend, li aliyê din jî bi dildarî rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem belav kir. Nevîn Oyman li Dibistana Bilind a Zanîngeha Şirnexê, Beşa Hesabgiriyê xwend.

Piştî xwendinê zewicî û keçeke wê ji dayik bû. Oyman di nava vê pêvajoyê de, li qada siyasî ya Kurd jî kar kir. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de tevî Mehmet Mûhdî Aslan ji bo Hevserokatiya Şaredariya Hezexê, ji DBP'ê bû namzet. Li Hezexê ji sedî 78.9 ê dengan bi dest xist û bû Hevşaredar.

Hevserê Oyman Necdet Gîrasûn da xuyakirin, ku hevjîna wî piştî ht hilbijartin, hewl da bi gel re pirsgirêkên Hezexê çareser bike û got, "Nevîn digot, xizmeta ji bo gel tenê di demên kar de nabe. Lewma nûmara xwe ya telefonê da hemû xebatkarên şaredariyê û gel, ku di her kêliyê de karibin xwe bigihînin wê. Şevekê saet di 03:00 de deng ji telefona wê hat, em tirsiyan ku pirsgirêkek rû daye. Dema Nevîn telefona xwe vekir, kesê lê geriya jê re got, ava taxa wan qut bûye û xwest, vê pirsgirêkê çareser bike. Nevîn jî danê sibehê weke karê destpêkê çû ev pirsgirêk çareser kir."

Oyman di dema Hevşaredariya xwe de bi giranî bi pirsgirêkên jinan re biliya û bi vê armancê ji bo avakirina maleke jinan li Hezexê projeyek amade kir, lê hikûmetê red kir. Tevî vê yekê jî ji bo jin li nava şaredariyê kar bikin, hewldanên xwe dewam kir. Wekî din, di vê demê de ji bo gel mala şînê hat avakirin.

Di 10'ê Tebaxa 2015'an de bi daxuyaniya Meclîsa Gel a Şirnexê re xwerêveberî li gelek bajarên Kurdistanê belav bû, ku Hezex jî di nava wan de bû. Li dehan bajar û navçeyan xwerêveberî hate ragihandin. Gel ji bo xwe biparêze dest bi kolandina xendekan kir û bend danî. Di 30'ê Kanûnê de YPS û di 8'ê Çileyê de jî YPS Jin li Hezexê hatin ragihandin. Piştî vê yekê li Hezexê rewşa awarte dest pê kir. Piştî du meh û nîvê vê rewşê, di 16'ê Sibata 2016'an de derketina derve hate ragihandin ku 44 rojan dewam kir. Di dema qedexeyê de bombe li taxên Yenî û Tûrgût Ozal hatin barandin û tax hatin xerakirin. Oyman di vê bomberdûmanê de jî Hezex neterikan û hewl da birînên gelê xwe bipêçe.

Di Şeva 15'ê Tebaxê de di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP/Qesrê de avêtin ser mala Oyman, ew binçav kirin û di 24'ê Tebaxê de bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistina terorê" ew girtin. Di 20'ê Îlonê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat girtin. Oyman niha li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2. a Rihayê rehîn girtî ye. Tevî ku 4 meh di ser rehîngirtina wê re derbas bûye jî, hê gilînameyek têkildarî wê nehatiye amadekirin.