Jinek li Îzmîrê ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin
Jinek li Îzmîrê ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin
Jinek li Îzmîrê ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin
Salîh Mûhammed ê 50 salî, ku ji Sûriyê derbasî Mêrdînê bû û ji wir jî 3 meh berê koçî Îzmirê kir, li ber çavê 8 zarokên xwe hevsera xwe Elîf Mûhammed bi kêrê qetil kir.
Li Taxa Eskî Îzmirê ya Navçeya Karabaglarê ya Îzmirê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin. Welatiyê 50 salî Salih Muhammet ku ji Sûriyê derbasî Mêrdînê bû û ji wir jî 3 meh berê koçî Îzmirê kir, li ber çavê 8 zarokên xwe hevsera xwe Elîf Mûhammed a 35 salî bi kêrê qetil kir. Li ser qîrîna zarokan cîran ketin hundirê malê û bi bûyerê hesiyan. Piştî polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin cenazeyê Elîf Mûhammed rakirin morga nexweşxaneyê. Zarok jî birin Şaxa Zarokan a Polîsan.
Ji bo dîtina Salîh Mûhammed ê reviyayî, lêgerînê destpê kir.