NÛ BÛ

Jinek li Berlînê ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin

Jina bi navê Yeter Pehlîvan ku roja Sêşemê ji aliyê hevserê xwe Mehmet Emîn Pehlîvan ve bi kêrê birîndar bû û dihat dermankirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Jina bi navê Yeter Pehlîvan ku roja Sêşemê li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê hevserê xwe Mehmet Emîn Pehlîvan ve bi kêrê birîndar bû û dihat dermankirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Yeter Pehlîvan ji roja Sêşemê ve di servîsa lezgîn de bû, lê duh êvarê mejiyê wê mir.

Têkildarî kuştina Yeter Pehlîvan a ji Rihayê, Melcîsa Jinê DESTDAN a Berlînê daxuyaniyek weşand û kuştin b tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, mejiyê DAIŞ'ê di kuştina jinan de dewam dike û hat gotin, "Me yê roja Înê li pêş nexweşxaneya lê bû, çalakiya protestoyî lidar bixista. Lê mixabin agahiya mirina wê gihîşt me. Dîsa jî em ê dest ji vê cînayetê bernedin. Em bang li hemû jinan û kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' dikin, ku bala xwe li ser vê mijarê be û lenetê li vê zîhniyeta barbar bînin."