Jinek din hate kuştin, çapemeniyê rewa kir

Jinek din hate kuştin, çapemeniyê rewa kir

Li Stenbolê kesê bi navê Osman Bal, hevsera xwe ya berê Beyaz Bal bi 27 cihan kêr kir. Beyaz Bal li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Çapemeniya tirk jî nûçe bi îfadeyên ku kuştinê rewa dike weşand.

Osman Bal yê li Esenyurtê dijî hevsera xwe ya 36 salî Beyaz Bal li rawestgeha Omer Hayyam a Tarlabaşiyê bi 27 cihan kêr kir.

Kujer Osman Bal dema cihê bûyer direviya hat girtin. Beyaz Bal jî ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Taksîmê ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.

Çapemeniyê bûyer wek ‘xesudû,  bi kesekî din re rabûye û runiştiye’ nîşan da.

Bi îfadeyên wekê ‘Hevserê bi hêrs, hevserêî krîza sinîr derbas kir, dema bi kesekî din re dît, hevserê ku ji hevsera xwe gumana ku bi kesekîn din re ye’ bikaranî û kuştin jî rewa dît.

Li gorî daneyên Platforma Em dê Kuştinên jinan rawestînin di meha tîrmehê de 18 jin hatine qetilkirin.

Ji sedî 27.7 ji aliyê hevserên wan ve, ji sedî 16.7 ji aliyê hevserê wan yê berê û ji sedî 11.11 jî ji aliyê kesên nas dikin, ji sedî 5.55 ji aliyê kurê xwe  ve û ji sedî 5.55 jî aliyê kesên nasnakin ve hatin kuştin.

Di sê mehên destpêkê yên 2013’an de 47, di meha nîsanê de 27, di meha gulanê de 16, di meha hezîranê de 16 jin hatin kuştin.