Jinan serî hildan: Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya TJA û HDP'ê jin daketin qadan.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi pêşengiya TJA û HDP'ê jin daketin qadan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakî li dar xistin.
AMED
Jinên ji Platorma Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê li Amedê ji bo balê bikişînin ser tundî û kuştina jinê, li Postaxaneya Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê li hev kom bûn. Sekretera Şaxê 2'emîn a Egîtîm-Senê Ezgî Çelîk bi bîr xist ku rojane li Tirkiyeyê herî kêm 4 jin tên qetilkirin û xwest, jinên ku neçar mane xwe biparêzin, lewma hatine girtin, bên berdan.
Li navçeyên Licê, Erxenî, Peyas, Yenîşehîr û Hezroyê jî jinan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de li gel aktîvîstên TJA'yê parlamenterên HDP'ê Semra Guzel û Dersim Dag jî amade bûn. Li Licê jinan qurnefîl belav kirin, li Hezroyê li nava malan geriyan, li Erxeniyê serdana esnafên jin kirin, li Peyasê jî jin li hev kom bûn û li ser girîngiya 8'ê Adarê axivîn. Li navçeya Yenîşehîrê jî jinan têkildarî 8'ê Adarê belavok belav kirin.
WAN
Li navçeya Çaldiran a Wanê jin li hev kom bûn. Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan û Hevşaredara Çaldiranê Leyla Atsak a ku mazbataya wê hate desteserkirin, tevlî civînê bûn. Mûazzez Orhan bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û destnîşan kir ku li dijî her cûre zext û zordariyê wê bêdeng nemînin, wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Di kombûnê de bi sernavê "Keda jinê" sînevîzyon hate nîşandan. Piştre jî hunermendên xwecihî yên jin berhemên xwe pêşkêş kirin.
Rêxistina HDP'ê ya Qelqeliyê jî li avahiya partiyê civîneke ji bo jinan lidar xist. Gelek jin tevlî bûn û aktîvîsta TJA'yê Handan Bagci lê axivî. Handan Bagci destnîşan kir ku 8'ê Adarê hefteya tepisandina serweriya mêr e.
EDENE
Li Edeneyê ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê hate şandin. Jinên ku li Şaxê PTT'ê yê Qesra Edliyeyê ya Edeneyê li hev civiyan, daxuyaniyek kurt dan û bal kişandin ser girîngiya piştgiriya bi girtiyan re. Piştre bang li jinan kirin ku tevlî meşa 8'ê Adarê ya li Pira Kasim Gulek bibin.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku jin hem li hundir hem jî li derve têdikoşin û wê li her qadê têkoşînê mezintir bikin.
MERSÎN
Li Mersînê ji bo girtiyên jin qertên piştgiriyê hatin şandin. Hevseroka Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan jî di nav de gelek jin li Şaxê Mersînê yê ÎHD'ê li hev kom bûn. Piştî daxuyaniyê jinan li navçeya Akdenîzê li şaxê PTT'ê qertên piştevaniyê ji girtiyan re şandin.
ANTALYA
Li Antalyayê, Meclîsa Jinê ya KESK'ê li Şaxê Egîtîm Senê daxuyanî da çapemeniyê û xwest, jinên ku ji ber tundiyê xwe parastine lê belê hatine girtin, bên berdan. Her wiha hate xwestin ku Peymana Stenbolê bi xurtî bi cih bê anîn.
RIHA
Li Rihayê jinên ku li avahiya HDP'ê ya navçeya Pirsûsê li hev kom bûn, li ber erbane û tilîliyan serdana esnafan kirin û qurnefîl belav kirin. Piştre jî li taxa Elîgorê şahî li dar xistin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê, TJA, Meclîsa Jinê ya HDP'ê li navçeyên Basan, Silopiya û Hezexê qurnefîl li jinan belav kirin. Jinan li Basanê serdana bazarê kirin, lê belê polîsan hewl dan wan asteng bikin. Jinan guh nedan astengiya polîsan û qurnefîl belav kirin.