Jinan li Wanê li dijî fûhûş û narkotîkê kon vedan
Jinan li Wanê li dijî fûhûş û narkotîkê kon vedan
Jinan li Wanê li dijî fûhûş û narkotîkê kon vedan
Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) li dijî bişaftin, narkotî, fûhûş û sixuriyê li taxa Xaçortê ya Wanê Konê nobedê veda.
Civata Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH)'ê li dijî bişaftin, fûhûşt, narkotîk û sixuriyê li taxa Xaçortê ya Wanê li tenişta Navenda Çandê ya Nûda Konê nobedê veda. Di konê nobedê de Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên "Jin rengê jiyanê ne, ne rengê narkotîk û fûhûşê ne", "Azadiya Rêber Apo, Azadiya Jina Ciwan e." ''Ji Metîngeriyê re bes e." û "Neçe leşkeriyê xwîna birayê xwe nerijîne" vekirin.
Di vekirina kon de rêveberên BDP'ê, şaredar û endamên meclisa şaredariyê yên Wan û Sixkê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Endama Meclisa Ciwanan a BDP'ê Leyla Çelik, li vir axaftinek kir û diyar kir ku ji bo ew ji narkotîk, fûhûş û bişaftinê re bêjin bes e konê nobetê vedan e.
Komê piştî kon vedan û axaftin hatin kirin, govend hat gerandin. Di vekirina kon de polîsên ku kon dorpêç kirin gef li welatiyan xwar û alozî derket. Piştî berteka welatiyan polîs ji taxê dûr ketin. Dê li konê nobedê ku 3 rojan vekirî bimîne, panel, semîner û sînevîzyonên têkildarî narkotîk û fûhûşêê bên dayîn.