Jinan li Wane hişyarî dan AKP û Qesrê

Girseya gel a li Wanê bi pêşengiya KJA'yê li hev civiya, girtina siyasetmedarên Kurd şermezar kir û hişyarî da AKP/Qesrê.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata, dewam dikin.

Bi pêşengiya KJA'yê li kolana hunerê ya Wanê daxuyaniyek hat dayîn. Aktîvîsta KJA'yê Şehzade Kûrt daxuyanî da û diyar kir, êrîş li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê hatiye kirin. Kûrt da xuyakirin ku herî dawî Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay, tevî nebûna delîlekî, ji ber parvekirinên xwe yên li Facebookê hat girtin.

'JIN JI MIROVAHIYÊ RE DIBIN HÊZ Û MORAL'
 
Kûrt bibîr xist, ku qeyûmên li şaerdariyan hatin bicihkirin, ewilî xebatên jinan sekinandin û destnîşan kir, ku ev yek bi tena serê xwe, her tiştî radixe pêş çavan. Kûrt got, "Jin di nava tarîtiya faşîzmê de ji azadî û rastiya xwe tawîzê nadin û ji bo jiyana azad li ber xwe didin. Li dijî polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiya li jinan, bi berxwedana xwe, bi sekna xwe ya serbilind û bi dayîna her şêwe berdêlan, bûne hêz û morali ji tevahiya mirovahiyê re."

Kûrt diyar kir, zilm û zordarî çiqasî zêde bibe, wê hêza berxwedêr a jinê jî bêhtir bê dîtin û wiha dewam kir: "Em Serokkomar Erdogan û AKP'ê hişyar dikin; derhal van polîtîkayên xwe biterikînin, hevalên me yên girtî berdin. Em hemû hevrêyên xwe yên jin ên ji bo jiyana azad canê xwe feda kirine, careke din silav dikin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bidomînin."

ERTAN: NIYETA WAN A ÇARESERIYÊ NÎNE'

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî da xuyakirin ku girtin bi rengekî neheqî û bêhiqûqî hatiye kirin û xwest, hevşaredar derhal bên berdan. Etan got, "Birêz Ocalan em dikarin di nava 6 mehan de çareseriyê bafirînin'. Lê niyeta van a çareseriyê nîne. Em jin, em ê serî netewînin û li ber xwe bidin."