Jinan li Wanê destavêtin şermezar kirin
Jinan li Wanê destavêtin şermezar kirin
Jinan li Wanê destavêtin şermezar kirin
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) bi boneya destavêtina leşker polîs û cerdevanan a li jinên şermezar bike, çalakî pêk anî.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi boneya destavêtina leşker, polîs û cerdevanan a di demên dawî de zêde dibe şermezar bikin meşek pêk anî. Koma jinan a li Parka Feqiyê Teyran civiyan, heta kolana Hunerê ya Wanê meşek pêk anîn. Dema jin li hev kom bûn û xwestin bimeşin, polîsan xwest bi maşîneyên zirxî wan asteng bikin û demekê rageşî derket. Lê li ser israra jinan meş pêk hat. Di meşa jinan de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmi Gur, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din jî piştgirî dan meşê. Jinan dg meşê de lîrandin û siloganên ku destdirêjî û sekna hikûmet û dewletê ya li hemberî tacîz û tecawizkaran şermezar kir. Jinan pankartên "Dewleta ku tecawizê diparêze şirîkê sûc e" "Tacîz û tecavîzê deşîfra bike ta kû carekê din nêye te tûne neke" vekirin û dowîzên "Em daraza hişmendiya zilam naxwazin" û "Tecawizkar Halil Kurt", "Ji tacîz û tecawizê re na", "Dewlet ne tacîzkar û tecawizkar, zarokan biparêze" û "Dewlet tecawizkar ne parêzê darizîne" bilind kirin. Girsê di meşê de alên DOKH, PKK û KCK'ê rakirin û bê navber siloganên "Jin jiyan azadî", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Jin piştî heta Kolana Hunerê meşiyan li ser navê jinan Gulbahar Orhan daxuyanî da çapemeniyê.
Orhan, anî ziman ku feraseta dewletê dixwaze çanda tacîz û tecawizê di nava civakê de belav bike û bike wekî geşedanek xwezayî û wiha got: "Ev rewş her tim bi şiklekî cuda derdikeve pêşberî jinê. Helwesta dewletê ya li hemberî tacîz û tecawizê şerdê dide mirovan. Kesên dîroka nêzîk û dûr ya Kurdistanê zanibe dê bizane ku feraseta komkujiya Dêrsimê û destdirêjiya niha ya li hemberî jinê berdewama hev e. Bûyerên Mêrdîn, Çewlik, Mîdyat û yên din hemû berdewamên hevin. Ji bo hişmendî bê guhertin divê jin û mêr di nava hevpariyê de bin. Divê jin li hemberî van pêkanînan têkoşîna xwe bilintir bikin. Divê feraseta zimanê zilam ê serdest biguherin. Heta ku ev hişmendî bê guhertin em dê li kolanan çalakiyên xwe berdewam bikin.
Piştî daxuyaniyê jinan bi siloganên "Jin jîyan azadî" û "Bijî Serok Apo" çalakiya rûniştinê pêk anî. Jinan piştî çalakiya rûniştinê silogana "Dewleta tecawizkar dê hesap bide" berz kir û belav bû.