Jinan li sê deverên cuda ên Stenbolê çalakî pêkanîn
Jinan li sê deverên cuda ên Stenbolê çalakî pêkanîn
Jinan li sê deverên cuda ên Stenbolê çalakî pêkanîn
Di bin pêşengiya DOKH’ê de bi sedan jin bi şîara “Rizgarbûna Rojava, rizgarbûna jinê ye” li sê deverên cûda ên Stenbolê çalakî pêkanîn.
Li Stenbolê girseyên di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk-DOKH'ê de bi armanca piştevaniya gelê Rojava û bi şîara “Rizgarbûna Rojava, rizgarbûna jinê ye” li hev kom bûn meş pêk anîn. Jinên ku li navçeyên Sultanbeylî, Şîşlî û Başakşehîrê li hev kom bûn li gel astengiyên polîsan meşên girseyî pêk anîn. Koma li ber avahiya BDP'ê ya Sultanbeyli kom bû, bi pankart, dowîz û siloganan komkujî şermezar kirin. Jinên ku pankarta "Şoreşa Rojava şoreşa jinan e" vekir, dowîza "Li Rojava El Nusra, li Tirkiyeyê AKP" bilind kirin. Meş heta Mizgefha Navendî ya Sultanbeylî pêk hat. Li ser navê komê Gulsen Biter daxuyanî xwend û komkujî şermezar kir. Çalakî bi siloganan bi dawî bû.
Li Navçeya Şişlî ya Stenbolê jî meşek girseyî pêk hat. Girseya ku li ber Mizgefta Şişlî kom bûn bi pankarta "Her der Rojava her der berxwedan, Şoreşa Rojava şoreşa jinan e" vekir û dowîzên "Jinên Rojava ne bi tene ne", "AKP ji Rojava bicehnime" bilind kirin. Jinan di meşê de siloganên "Xeta me Bêrîtan Rêberê me Ocalan", "Bijî berxwedana Rojava" qîr kirin. Li vir jî Hevseroka BDP'ê ya Şîşliyê Ayten Kaya daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Daxuyanî li vir bi silogana "Bijî jinên Rojava" bi dawî bû.
Rêxistina BDP'ê û DOKH ya Başakşehîrê jî bi heman armance bi heman silogan û pankartan li Qada Kibrisê meş pêk anîn.