Jinan li Rûsyayê tundî û tecrîd şermezar kirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê, tundiya li jinê û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

Jinên Kurd ên li Rûsyayê, çalakiyên xwe yên li dijî tundiya li jinê dewam dikin. Bi vê armancê li navçeyên Krasnokût û Yerşov ên bajarê Saratovê yê Rûsyayê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de piştgirî ji Peymana Stenbolê re hate dayin û destavêtina li jinan a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şermezar kirin.

Li navçeya Krasokût a Saratovê, Kurd li gundê Rûdnyayê li hev kom bûn û tundiya li jinê şermezar kirin. Endamên Meclîsa Jinan Zero Şamoyan û Fatma Kadîrova daxuyanî dan û bal kişand ser zêdebûna bûyerên tundî û destavêtina li jinan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev êrişên li dijî jinan nîşan dide ku qebûlkirina Peymana Stenbolê çiqasî rast e.

Daxuyaniyeke din li gundê Perekopnoe yê navçeya Yerşovê ya bajarê Saratovê hate dayin.

Fîncan Yûsûova bi navê Meclîsa Jinan daxuyanî da û diyar kir ku kuştina jinann, destdirêjî û destavêtina li jinan gihîştiye asteke metirsîdar.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rabûna rêveberiya Tirkiyeyê li ber Peymana Stenbolê tê wateya pejirandina bûyerên tundiyê yên li dijî jinan.

Di çalakiyê de girîngiya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo jinan hate bibîrxistin û hate ragihandin ku heta Ocalan azad nebe wê tundî bi her awayî dewam dike.

Jinan diyar kirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhhilata Navîn bi azadiya Ocalan dibe û ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin.