Jinan li Edenê kuştina Sîncar protesto kirin

Jinan li Edenê kuştina Sîncar protesto kirin

Endamên Meclîsa Jinan a BDP’ê ya Edenê, kuştina Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Nazliye Sîncar a ji aliyê hevserê xwe yê berê ve, bi meşekê şermezarkirin.

Endamên Meclîsa Jinan a BDP’ê ya Edenê, bi armanca şermezarkirina kuştina Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Kuçukçekmeceyê Nazliye Sîncar a ji aliyê hevserê xwe yê berê ve, li ber avahiya BDP'ê ya navçeya Seyhanê li hev kom bûn û heta qada 5 Ocak'ê ve meşiyan. Jinên ku wêneyên Sîncarê hilgirtin dirûşmên “Mêr lê dide, dewlet diparêze", “ Jin jiyan azadî”, “ û “ Destên dirêjî jinan bibin bila bişkên” qîriyan.

Li dû meşê endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Edenê Sûzan Kilic axivî û da diyar kirin ku di dema Hikûmeta AKP’ê de tundiya li dijî jinê bênavber dewam kiriye.

Kiliç li dijî tundiya mêr a li hemberî jinan banga têkoşîna hevpar kir.

Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dawî bû.