Jinan li dijî şideta li ser jinê peyam dan

Kampanyaya ku parêzerên jin ên endamên Hiqûqa Civakî dayîn destpêkirin, ji 30 welatan jinan peyam şandin.

Parêzerên jin ên endamên Hiqûqa Civakî ji bo balê bikişînin ser şideta di demê pandemiyê de li ser jinan zêde bûye, bi sirûda ‘Li malê bimîne, lê bêdeng nemîne, berxwedan jinê dide jiyîn’ kampanyayek dabûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de jinan bi dîmen peyam şandin.

Peyamên jinan ên ji 30 welatên cuda hatin dayîn, her hefte beşek li ser hesabên Twîtter, Înstagram û Yoûtabe tê belavkirin.

Peyam bi hashtagên ‘nooneless’ û ‘birkişidahaeksilmeyeceğiz’ tê parvekirin.

Peyamên vê hefteyê derketin pêş wiha ne:

Ji parêzerên jin Îlyada: Bi hezaran jin, bê reng, cûr, nasname dibin mexdûrê şideta li ser jinê. Tevî derbasî asayîbûnê jî bûbe jî hê jî tedbîr nayê girtin. Ji bo ‘rawestandina’ şideta li ser jinê hûn jî dîmenan parve bikin.

Ji Fransa Marîon: Ji ber şewba Koronayê û qedexeya derketina derve hincetên nû yên mêr ên şidetê li jinê bikin hene. Divê hikûmet bikeve tevgerê.

Ji Bulgaristanê Niya: Jiyanên mexdûrên şideta nava malê niha li ber kemînê ne. Ev kemîn niha hê zêdetir teng û zalim e. Li malê bimîne, lê bêdeng nemîne. Em ji bo hev bibin palpişt.

Ji Benînê Fatoûma: Şidet û bêhêzî sparteka herî dawî ye. Divê şidet li ser ti jinê neyê kirin. Ji şideta li ser jinê re na.

Ji Arjantînê Lûcîa: Ji ber tecrîdê li tevahî cîhanê şideta li jinê zêde bûye. Li Arjantînê di nava 24 saetan de jinek tê kuştin. Tu ne bi tenê yî alîkarî bixwaze. Bang li hikûmetê dikin ku mekanîzmayên jinan biparêzin û lê xwedî derkevin divê bên pêşxistin.

Ji Kolombiya Qûta: Şideta li ser jinê tê kirin ji şewba Koronayê hê xeter tire.

Ji Brezîla Lîvîa: Ketina malê şideta navxweyî rewa nake. Bi cesaret bin, ixbar bikin.

Ji Hindistanê Umasheree: Li Hindistanê jî şideta navxweyî pir zêde bûye û li gorî raporên pevjînê ji sedî 40 zêde bûye. Tenê ev dane bi raporên tên amadekirin ve sînordar e. Rastî ji vê daneyê pir zêdetire.

Ji Polonyayê Natalîa: Wexf, sazî û komeleyên mafê jinan zengê lêdidin. Rêjeya şideta li ser jinan a ji ber Covîd-19 a li Polonyayê zêde dibe. Bibîne, bibihîse, bê helwest nemîne.

Ji Kanada Myrîam: Pêşniyar hate kirin ku ji mal dernekevin lê ‘revîn’ nehate qedexekirin.

Ji Romanya Teodora: Li Romanyayê şideta nav malê ya li ser gelek jinan ne nûçeyên kêliya dawî ne. Rastiyeke ku her roj jin rû bi rû dimînin. Mixabin şewba koronayê rîska şideta nava malê zêdetir kir.

Ji Iraqê Gheed: Şideta li ser jinê ji şewba Koronayê zêdetir dikuje.

Ji Kazakistan Adel: Şideta li ser jinê ji şewba Koronayê zêdetir dikuje.