Jinan li dijî şîddetê meş lidarxistin û zincîra ji mirovan çêkirin

Li Amedê bi pêşengiya TJA’yê li dijî şîddeta li ser jinan meşek hate lidarxistin û zincîra ji mirovan hate çêkirin. Polîsan xwestin çalakiyê asteng bikin.

Nûner, endam û rêveberên gelek rêxistinên jinan di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Semta Ofîsê kom bûn û êrîş û tundiya li dijî jin û zarokan şermezar kirin. Jinan xwestin li pêş Otela Prestijê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan li pêş jinan barîkat danîn. Jinan bertek nîşanî helwesta polîsan dan û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Jinan li ser astengiya polîsan bi dirûşmeyan meşiyan Xaçerêya Ofîsê û li vir Zincîra Mor ava kirin. Jinan di çalakiyê de dowîzên "Jin jiyan e Jiyanê Nekuje", "Dest Nede Vîna Min", "Gulistan Dokû li kû ye", "Jin Bi Hev re Xurt in" hildan û daxuyanî dan. Kesên li derdorê bi çepikan piştgirî dan çalakiyê. Parlementerên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û nûnerên rêxistinên jinan amade bûn. Li vir Seroka Komeleya Rosayê Adalet Kaya û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan axivîn.

Ewil Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya pirsa "Zêde şewba vîrusê mirov dikuje an tundiya mêr a nava malê jinê dikuje? pirsî û got: “Di vê pêvajoyê de li Tirkiyê û li her derê cîhanê kuştina jinan û tundiya li ser jinê zêdetir bûye. Em li ser bernameyên onlinê bi saziyên jinan re dixwazin dengê xwe derxînin û bang li dewletê dikin ku tedbîran zêdetir bigirin”

QANÛNA ÎNFAZÊ PÊŞIYA BERDANA TECAWIZKARAN VEKIR

Kaya, bal kişand ser qanûna înfazê ya rêya berdana tecawîzkaran vekir û wiha axivî: “Em dixwazin ev qanûna li dijî hiqûqê betal bibe û qanûn ji nû ve bê sazkirin. Kesên ku bi qanûnê hatine berdan her roj zirarê didin jin û zarokan. Ev ne bes e êrîşî hemû destkeftiyên me dikin. Em li dijî tayînkirina qeyûm in. Pergala Hevserokatiyê û destkeftiyên jinan mafên me ne. Em ê li dijî van sepanên li ser nirxên jinê têbikoşin.”

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî bal kişand ser êrîşên ku li ser jinan û zarokan tên meşandin û wiha got: "Ev êrîş sûcên mirovahiyê ne. Em êrîşa li ser jinan rûreşiya pergala dewleta AKP’ê û MHP’ê dibînin. Neyartiya jinê, jinê bi mêr dide kuştin. Bi rêbaza DAÎŞ’ê êrîşî jinan dikin. Em wek TJA bangê li hemû berpirsyaran dikin ku qetlîama jinê rûreşî ye û mora reşe li eniya dewletê ye. Heke bixwazin xwe ji vê mora reş xelas bikin, bila demildest hemû hevşaredar, siyasetmedar û aktîvîstên siyasî yên ji bo demokrasiyê li ber xwe didin serbest berdin. Kesên edalet, aşitî û wekheviyê dixwazin di zindanan de ne. Lê tecawîzkar û çete hatin berdan. Hûn hemû şahid in ku me gav paşve neavêt û em ê neavêjin.”

Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.